Jinên Hezexê: Emê heya nefesa dawiyê kolanên xwe biparêzin
10:00
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Jinên Hezexê ên ku bi berxwedana xwe êrîş û dorpêça leşkeran vala derxistine, ji bo parastina kolanên xwe dest bi kolana xendekan kirine. Jinan diyar kirin ku ew ê taxên xwe ji polîs û leşkeran re nehêlin û heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê kolanên Kurdistanê biparêzin.
Li navçeya Hezex a Şirnêxê piştî êrîşên polîsan ya li ser taxên Yenî Mehele û Turgut Ozal welatiyê herdu taxan bi çalakiyên xwe bûn sîper li pêşiyê êrîş û panzêran. Kemçeyên ku ketibûn hin kolanan li hember berxwedana gel neçar man paşve vekşên. Jin û zarokên herdu taxan jî hendekê ku kepça xerab kiribûn ji nûve çê kirin û diyar kirin ku ew naxwazin polîs têkeve taxê wan û gotin, leşker û polîs çiqas hewlbidin xendekên wan xirab bikin jî ew ê cardin ji nûve ji bo parastina xwe xendekan bikolin.
‘Em ê ji bo aşitiyê têbikoşin’
Mizgîn Orek di derbarê êrîş û dorpêçê leşkeran ya li ser taxê nêrînên xwe anî ziman. Mizgîn anî ziman ku panzêr ketiye kolanê û dîwarê malê xirab kirine û got piştî ew hovîtiya ku li Amed, Kerboran, Nisêbîn û Cizîrê dîtiye nexwazin li Hezexê jî hovîtiyên wiha bê jiyan kirin. Mizgîn wiha got: "Ji duh ve min cilê xwe neguhertiye, her ew xendekan xirab dikin em çêdikin." Resmiye Acar jî behsa serdegirtina malan kir û wiha bertekê xwe anı ziman, "Dewlet tenê malê me xirab dike. Zarokê me qetil dike û digre binçavan. Em şer naxwazin lê ji bo aştiyê her dem em ê têbikoşin û li berxwe bidin. Ji bo parastina zarok û ciwanên xwe tiştê ji destê me tê em ê bikin." Resmiye destnîşan kir ku ew naxwazin polîs têkevin taxên wan û wiha pêde çû: "Erdogan hemû zarokê me qetil kir, em lenetê lê tînin û em serî li ber wan natewînin."
‘Em serî natewînin’
Dayîka Fesîha diyar kir ku dema polîs êrîşê taxa wan kirine ew li ser taştê bûn û wiha behsa wê bihnê kir, "Polîsan bi kepçê cihê çêla min xirab kir. Ez çûm ber wesayîta zirxî û min got ewder cihê çêla mine xirab nekin. Bi min kenîn." Fesîhe anî ziman ku AKP terorê li ser wan dimeşîne û ev tişt got: "Ew xaniyê me jî xerab bike û zarokên me ên herî biçûk jî bikûje em ê dev ji doza xwe û têkoşîna xwe bernedin. Heya dilopê xwîna xwe ya dawî li kolanên Kurdistanê em ê li berxwe bidin. Bijî serkeftin bijî kurd û kurdistan bijî ciwanê me."
'Em hendekên xwe bi xwe çê dikin kesekî biyanî nayê çênake'
Dayîka bi navê Gulê jî diyar kir ku dervî zarokê wan kesê biyanî li taxê nîne û wiha bertekê xwe anî ziman: "Ev hikûmet kafire, zarokê me qetil dike sewalên me dikuje." Gulê got ku ew dîsa hendekê xerabûyî ji nûve çê dikin û wiha domkir: "Li dijî êrîşa em neçar dimînin ji bo parastina xwe em xendekan bikolin. Kesekî xerîb nayê hendeka çê nake ji bo ku zarokê me neyên kuştin û malên me neyê xirab kirin em xendekan çêdikin. Ji me re dibêje terorîst, lê nelet lê hatî kes dervî Erdogan terorîst nîne."
(rc)