Leyla Ayaz: Bi tirsê nikarin vîna gel bişkînin

10:35

JINHA

AMED - Hevseroka TUHAD-DER'ê Leyla Ayaz di derbarê binçavkirin û girtinên hilbijêran de axivî û got: "Ew çiqas vîna gel nasnekin û êrîş bikin dê ewqas jî gel berxwedanê mezin bikin."

Ji 18'ê Tebexê heta niha li ser îlanên "Xwerêvebirinê" yên ku li Şirnex û navçeyên wê dest pê kirî 57 roj derbasbû, heya niha gelek hevşaredar hatin girtin. Li gel wan jî gelek endamên giştî navendan, bi dehan xebatkarên şaredariyan û gelek endamên meclisên şaredariyan hatin binçavkirin. Bi taybetî li Kurdistanê bi qirkirinên sivîlan li gelek deveran can digirin. Li hember êrîşan gelê Kurdistanê parastina cewherî pêşdixin. Di dawiyê de li Enqerê bi qirkirina ku têde 106 sivîlan jiyana xwe ji dest dayî de diyar bû ku dixwazin hilbijartinek bixwîn pêkbînin. Hevseroka Komela Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAD-DER) ê Leyla Ayaz operasyonên qirkirina siyasi ya li ser gel û hevserokan nirxand.

Leyla da zanîn ku ew dizanin ev şerê hatî despêkirin şerê qesrêye û wiha got: "AKP û Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi konsepta şer tevdigerin. Armacna wan tinekirina vîna gele. Ji bo wê bi dijwarî ser gel de tên û qirkirinên sivîlan, operasonên qirkirina siyasî dikin. Lê li hemberî van êrîşên wan yên topyekun berxwedana gel a topyekun jî heye."

Leyla balkişand ser êrîşên di deme dawî de li gelek bajarên Kurdistanê berdewam dikin, li Sur, Cizîr, Gimgimê, Farqîn û Bismilê qirkirinên sivîlan kirin. Leyla anî ziman ku li Enqerê komkujiya sivîlan kirin. Leyla bilêv kir ku li gelek navend û navçeya binçav kirin û girtinên hilbijêran berdewam dikin û wiha berdewam kir: "Ew çiqasî bi êrîşkarî ser mede bên jî gel bibiriyare, dest ji berxwedanê bernade. Gel helwesta xwe nîşandaye. Ji xwe tê dîtin li hember hemû cureyên êrîşan gel li kolanan di berxwedanê denin û nîşan didin ku çiqas hilbijêran bigirin, hewilbidin vîna wan bişkînin û bi qirkirinan hewildibin çavê wan bitirsînin jî dê gav paşde ne avêjin."

(ha/zt)