Li Şirnexê dibin dorpêça polîsan de berxwedana gel despêkir
11:16
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê polîsan 3 tax girtine bin dorpêçê û gelem malan gulebaran dikin. Welatî derdikevin kolanan û êrîşan protesto dikin.
Li Şirnexê polîsan 3 tax girtine bin dorpêçê û gelem malan gulebaran dikin. Welatî derkdikevin kolanan û êrîşan protesto dikin. Serê sibê saet di 04.30'an de tîmên tayîbet û polîsan taxên Yeşilyurt, Dicle û Yenimahaleyê dorpêç kirin. Di saetên serê sibê de ji taxa Yenimahaleyê dengê çekan bilind dibûn. Welatiyên taxê derketina kolanan û êrîşan protesto dikin. Ji nava kolanan dengê çekan tê.
Li Yenimahalê teqînek mezin ruda û gelek malan ziyan dît.
Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez jî bilêv kir ku ji nava kolanên Şirnexê dengê çekan tê û gel daketine kolanan êrîşan protesto dikin.
(ma/zt)