1.Kongreya Aborî li Rojava despêkir
13:03
JINHA
GIRKÊ LEGÊ - 1. Kongreya Aborî bi beşdariya 250 delegeyan li Rojava hat li darxistin.
1. Kongera Aborî li bajarokê Rimêlan ya Girkê Legê a Kantona Cizîrê ya Rojava bi beşdariya 250 delegeyan despêkir. Kongre bi tevlîbûna Saziyên Civaka Sivîl, Rêveberên Rêxistina TEV-DEM'ê, Yekîtya Star û nûnerên aborî ya herêma Şengal û Kobanê ve li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran hat li darxistin. Her wiha tevî serokên desteyên çandiniyê, desteyên bazirganî û aboriyê yên hersê kantonên Rojava, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk a Kantona Cizîrê, Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Endamên Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demorkatîk Îlham Ehmed û Henîfe Hisên, mêhvanên ji Başûr û Bakûrê Kurdistanê û Ewrûpayê, nûnerên saziyên aborî û saziyên civaka sivîl, her wiha nûnerên pêkhateyên herêmê amade bûn.
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û piştî hilbijartina dîwanê Endama Desteya Rêvebera a Tevgera Civaka Demokratîk Henîfe Hisên axivî. Henîfe diyar kir ku li beramberî şer û dorpêçên li dijî Kurdistanê bi berxwedaniyek mezin şehîd bersiv dane û wiha got: "Dijmin ji her demê zêdetir komkujî li dijî gelê me pêk anî. Lê berxwedana gel a azadiyê hemû çeperên êrîş û hovîtiyê şikandin û li berxwe didin. Ji bo ku em peragal civaka demokratîk û xweser bi hemû aliyê wê bi hêzbikin em kongreya xwe ya aborî li dar dixin." Henîfe komkujiya ku di mitînga aştiyê de pêk hatî bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku tu êrîş dê pêşiya yekîtiya gelan nebe asteng.
Konferans bi nirxandinan ve berdewam dike..
(rc)