Li Bedlîs û Îdirê 2 jê zarok 7 kes hatin binçavkirin
14:51
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Beldîsê 2 jê zarok 3 kes, li Îdirê jî 4 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya konsepta şer a hikûmeta AKP'ê, de operasyonên qirkirin siyasî dewam dike. Balkêş e bi nêzîkbûna hilbijartinên 1'ê Mijdarê re hejmara girtî û binçavkirinan zêde dibe.
Li navçeya Bedlîs Xîzanê, polîsên tevgera taybet danê sibehê avêtin ser hin mal û kargehan. Di serdegirtinan de serokê berê yê DBP'ê yê navçeya Xîzanê Siddik Kaplan û zarokên bi navê M.N.Y (15) û C.K. (17) hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Xîzanê.
Li Îdirê jî polîs û jendermeyan danê sibehê avêtin ser malan. Di serdegirtinan de bi hinceta ku beşdarî çalakiya 'mertalên zindî' bûne welatiyên bi navê Alî Tûrgût, Cevdet Malgaz, Mehmet Çelîk û Abdullah Ateş hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Jendermeyan a Bajêr.
Alîkarê Hevşaredaran Abdullah Yucebaş, Endamê Meclîsa Şaredariyê Arîf Çetînkaya û Yaşar Çam, Kemal Tûncer, Suleyman Kalkan û M. Salih Ozturk ên duh bi heman hincetê hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Emniyetê ew birin edliyeyê.
(rc)