Li Geverê polisan 2 ciwan qetil kirin

17:13

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê dema ku polîsan êrîşî taxa Mezarligê kirin rastî berxwedana gel hatin. Di berxwedanê de Ciwanê bi navê Azad Ertaş ê 19 salî qetilkirin û ciwanê bi navê Diyar Akin jî giran birîndar bû. Diyar rakirin nexweşxanê li gel hemû mudaheleyan jî rizgar nebû û jiyana xwe jidest da.

Li Taxa Mezarlig ê ya navçeya Gevera Colemêrgê polîsan êrîşî gel kirin. Di dema êrîşê de Ciwanê bi navê Azad Ertaş ê 19 salî qetilkirin û ciwanê bi navê Diyar Akin jî giran birîndar bû. Diyar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Geverê li gel hemû mudaheleyan jî rizgar nebû û jiyana xwe ji dest da.

Pefçun hîna berdewam dike.

(zyd/zt)