MLKP'a Rojava saziya xwe a yekem vekir
18:56
JINHA
QAMIŞLO - Tevgera MLKP'a Rojava li bajarê Qamişlo bi beşdariyê gelek sazî û rêxistin, saziya xwe ya bi navê 'Bijî yekîtî û piştgirya gelan' vekir.
Tevgera MLKP'a Rojava li salona Çand û Huner ya Mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo saziya xwe bi tevlîbûna nûnerên saziyan, Rêxistina TEV-DEM, Rêxistina Ereb û Sûryaniyên Rojava, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Yekîtiya Star hat vekirin. Vekirin bi deqeyek rêzgirtinê despêkir. Piştre li ser girîngiya vekirina saziyê Rêveberê Saziya 'Bijî Yekîtî û piştgiriya gelan' Şoreş Amed axivî. Piştre peyamên pîrozbahiya vekirina saziyê hatin xwandin. Her wiha vîzyonek derbarê jiyana yekîtiya gelan de hat temaşe kirin.
Di dawiyê de Koma Botan a Navenda Çand û Huner ya Mihemed Şêxo bi stranên xwe welatiyan bi coş kirin.
(re/rc)