Li Surê li gel canê mirovan binhişiya dîrokî jî tê tine kirin

10:31

Şehriban Aslan-Mizgin Tabu/JINHA

AMED - Dîroka Surê ya sed hezar salan bi destê dewletê tê tinekirin. Seroka Dawîreya Çand û Turîzma Bajarê Mezinê Amedê Nevin Soyukaya diyar kir ku sazumaniya bajarekê ya dîrokî nasnama wî bajariye û got: "Sazumaniya dîrokiya bajarekê di heman demê de dewlemendiya çanda wî bajariye. Tinekirina wê tê wateya tinekirina nasname û hembûna wî bajarî."

Walîtiya Amedê ser navçeya Sura Amedê 3 caran îlana qedexeya derketina kolanan da. Di dema qedexeya kolanan de dewlet li gel canê mirovan sazumaniya bajêr a dîrokî jî tine dike. Tîmên tayîbet avahiya topbaran dikin û avahî tê rewşa êdî nikarin bên xebitandin û dihilweşînin. Seroka Dawîreya Çand û Turîzma Bajarê Mezinê Amedê Nevin Soyukaya da zanîn ku ji aliyê UNESCO yê ve Surên Amedê hatiye girtina bin ewlehiyê, lê li şona ewlehiyê dewlet Suran dihilweşîne.

'Dîroka Amedê ya bi hezar salan heye'

Nevin destnîşan kir ku Amed xwediyê dîrokek bi hezarî salane û wiha domand: "Sur cihek bi hezar salan jiyan lê berdewam kiriye. Bajar tenê li gora demekê nirxandin gelek zore. Ti tehrîbatên li Surê tên kirin tenê niha nagire, hem demboriyê û hem jî dahatoyê tine dike. Li gorî zagona 2863'an weke bajarê siteyan hatiye pejirandin. Di dema Osmaniyan sed sala 16'emîn û gelek demên dinê de Kurşunlu Cami û derdora wê hatine girtina bin ewlehiyê. Kurşunlu Camin ji çaxa antik maye. Deriyê wê jî ayîdê Bizansane." Nevin anî ziman ku di meha tîrmehê de Kelha Amedê û Kenarên Çemê Dîcleyên di navê de derbas dibe jî pêre biriyara girtina bin ewlehiyê hatiye dayîn.

'Li cihê parastinê deverên dîrokî tine dikin'

Nevin bilêv kir ku li gel qedexeya derketina kolanan cihên dîrokî jî tine dikin û wiha berdewam kir: "Bi tayîbetî jî bi qedexeya derketina kolanan a dema dawiyê re avahî hemû hilweşandine û deriyê wan parçe kirine. Em dikarin bêjin ku di vê dema dawiyê de avahiyê dîrokî, dêr û mizgeftan ziyanên mezin dîtin. Divê cihên wiha nehatina xirakirin. Bi roketan û çekên giran êrîşî avahiya kirin ne karê aqile. Yên ev kirine divê demek beriya demekê bên cezakirin."

(zt)