'Eger em dewletê bêy leşker û polîs bihêlin dê wê demê aştî pêk bê'

10:34

Sîbel Ozalp-Oyku Dilara Keskin/JINHA

STENBOL - Akademisyen Dîlek Haatatoglu wiha got: "Ji bo aştî pêk were gavên şênber pêwîste bên avêtin. 'Bifikirin ku şer derketiye lê kes nîne ku biçe şer', aştî tenê wê wiha were. Aştî anîn di destê me de ye. Ez bang li dayîk, bav û ciwanên ku temenê wan a leşkeriyê hatî dikim; eger em vê dewleta qatîl bêy polîs û leşker bihêlin û ew jî kes nebînin ku fermanê bidin, dê wê demê aştî pêk were."


Li Kurdistanê piştî hilbijartiina giştî a 7'ê Hezîranê bi kurkirina konsepta şer re înfazên bê daraz zêde bûne. Li hinek navçeyan qedexeya derketina kolanan hat îlankirin û li hember gelê sivîl komkujî pêk anîn. Akedemisyen Dîlek Hattatoglu behsa buyerên Cizîrê kir. Dîlek li Tirkiyê ji bo ku gavên aştî bên avêtin qala çend xalên girîng kirin.

'Dewlet şîdeta rêxistinkiri ye'

Dîlek got: "Şer ne tiştek nû ye. Ne berî 35-40 sal derketiye ne jî tenê bi sînorê Komara Tirkiyê ve girêdaye. Tirkiyê û Osmaniyan ji komkujî û qirkirinê ne biyanîne." Dîlek bûyerên ku li Cizîr û herêmên din hatine jiyan kirin wek 'şîdeta dewletê' bi nav kir û wiha domkir: "Li Tirkiyê dema li kiryarê dewletê bê nêrandin û nirxandin ji vê yekê re tê gotin 'terora dewletê'. Lê şîdeta dewletê ne tenê bi Cizîrê ve despêkiriye, ji demên borî heye." Dîlek gotina MaxWeber a ku dibêje 'Dewlet şîdeta rêxistinkiri ye' bi bîr anî û got divê ev pergal baş wer fêmkirin.

'Qey şîdeta dewletê hat guhertin'

Dîlek destnîşan kir ku, komkujî, binçavkirin, înfazên komî, îşkence, valakirina gundan a ku bi destê dewletê pêk tê ji demên borî de heye û wiha pêde çû: "Piştî komkujiya Pîrsûsê, me komkujiya piştî wê jî dît; qey şîdeta dewletê hat guhertin." Dîlek diyar kir ku dibin gulebaranê de xendek kolandin ne hêsane û wiha berdewam kir: "Di bin guleyê sekvanan de xendek kolan û perde vekirin ne hêsane qet. Li cihek ku mirov ne wêre serê xwe derîne van karan kirin jî ne hêsane. Topê hawanê avêtibûn gel. Welatî di bin êrîşan de barîkat avakirin. Ev yek bi morala menevî pêk hatî, ji ber vê gelek girînge. Li Cizîrê anonsa wekîl li kurin werin we rizgar bikin, ev şeva we ya dawiye hat kirin. Lê gel li malên xwe bendê mirinê neman. Eger berxwedanî neba wê gelek wendahî pêk hatibana."

'Em dijîn, hene û li berxwe didin'

Dîlek destnîşan kir ku jin bi tilîliyên xwe li berxwedan û wiha got: "Jin zarokê xwe li mal dihêlan û tevî ciwanan bi tilîlî diçûn ser xendekan. Ciwan digotin; 'werin û tilîliyên xwe li vir bikşînin. Ev yek gelek girînge, tê wateya em dijîn, hene û li berxwe didin. Daxwazê gel tenê aştî bû. Vê yekê bi Tirkî digotin, em naxwazin polîs, gerîlla û leşker bimirin êdî. Ew li wir li berxwe didin. Lê ên ku em li aliyê rojhilatê Tirkiyê dijîn çiye? Dengê aştiyê ji me bilind nabê zêde. Gotina wan a 'Berxwedan jiyane' ji bo me pêşniyariye." Dîlek wiha qala daxwaza aştiyê du ciwanên ku li Silopî û Cizîrê kir: "Ciwanan ji min re got 'dengê me namûsê meye, em ê namûsê xwe nefroşin. Digotin ev gotinê pêşîne. Lê ne gotina pêşiyane ew durişmeya YDG-H'ê bû. Wê demê YDG-H kiye? Ciwanên ku bav û malbatên xwe bi aweyek mechul hatine qetilkirin derketine û dibêjin 'Êdî hûnê buyerên we bi malbatê me dane jiyan kirin hûnê bi me nedin jiyan kirine. Ciwanên ku zilmê napejrînin û li berxwedidine."

Du rûyê dewletê heye;yek li rojhilatê Tirkiyê yek jî li herêma Kurdistanê'

Dîlek da zanîn ku ew piştî kolanên Cizîrê dît ew du rûtiya dewletê jî dîtiye û wiha pêde çû: "Rûyê ku li rojhilatê Tirkiyê û li herêmê nîşan dide ji hev cûda ye. Di bûyerên Gezî de jî gelek mirov hatin qetilkirin. Lê li herêmê bê navber rûyê xwe ê din nîşan diyar dike. Li beramberî hemû êrîşan gel cardin berê xwe dide vir, bi rastî ev helwestek girînge." Dîlek diyar kir ku ew li rojhilatê Tirkiyê du rûtiya dewletê nabînin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dewlet heman helwestê nîşan nade. Divê buyerên li Kurdistanê pêk hatî neyê ji bîr kirin. Bi gotina em tenê aştî dixwazin têra nakê divê terora dewletê mirov pênase bike." Dîlek destnîşan kir ku dewlet bi salane sivîl, leşker, polîs û gerîlla qetildike û davêje stuyê PKK'ê û got: "Ev rastî piştî sal dibore dertê holê. Di sala 1995'an de li Gûçlûkoak minîbusa ku 13'e leşker têde heyî hat gule baran kirin, piştî sal borîn derket holê ku dewlet bi xwe kiriye û ji aliyê Yeşîl ve hat raghandin. Leşkerek ku ji wê buyerê bi saxî rizgar bibû heye, ew bi xwe gotibû yek ji kesên ku wan gulebaran kiriye di GATA de dîtiye."

'Ji bo aştiyê divê gavên şênber bên avêtin'

Dîlek wiha dawî li gotina xwe anî: "Durişmeyek kevin heye; 'Bifikin ku şer derketiye û kes nîne biçe', tenê bi vê yekê aştî wê pêk were. Berteka malbatên leşker û polîsan a ku di demên dawî de dibêjin 'Bila serê welat sax nebe, bila zarokê me neyên kuştin, sedema van kuştinan Erdogane', heye. Ez difikirim ku em dikarin aştî bînin di destê mede ye. Ez bang li dayîk, bav û ciwanên ku temenê wan a leşkeriyê hatî dikim; eger em vê dewleta qatîl bêy polîs û leşker bihêlin û ew jî kes nebînin ku fermanê bidin, dê wê demê aştî pêk were."

(rc)