Evîn Xelo: Komkujiya Enqerê li hember dexwaza gel ya aştî û azadî pêk hat

10:35

Delîla Bagok/ JINHA

QAMIŞLO - Li hember komkujiya Enqerê her ku diçe nerazîbûna gelê Rojava zêde dibe. Cîgira Desteya Dadê Evîn Xelo destnîşan kir ku armanca komkujiya Enqerê şikandina vîna gelê aştîxwaze û got: "Yekîtiya tevahî gelên aştîxwaz dikare van êrîşan têk bibe."

Komkujiya ku di mitînga aştiyê de li Enqerê pêk hatî her ku diçe rastî ne razîbûnên tund tê. Ji gelek welatên cîhanê çalakiyê nerazîbûn û şermezar kirinê pêk hat. Ne razîbûna sazî, dezgeh, rêxistin û partiyên siyasî ên li Rojava jî her ku diçe zêde dibe. Cîgira Desteya Dadê a bajarê Qamişlo ya Kantona Rojava Evîn Xelo derbarê komkujiya Enqerê de nirxandin kir. Evîn diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Serokomar Erdogan bi dîktatoriya xwe dixwaze vîna gelê aştîxwaz bişkîne û bixe bin qontrola xwe.

Evîn destnîşan kir ku hewldanê dewleta Tirk ji bo pêkhatina demokrasiyê nîne û wiha got: "Dewleta Tirk dervî xwe tu kes nabîne. Cîhan tev dizane ew gel ji bo aştiyê hatin ba hev. Lê rastî komkujiyek hovane hatin. Çavê dijminên hov daxwaza aştî û heskirina mirovan ya paqij ne pejrand. Eger Tirkiyê welatek xwedî hewldana aştiyane baya wê piştî vê komkujiyê îstîfayê xwe dabaya. Komkujiya Enqerê li hember dexwaza gel ya aştî û azadî pêk hat."

'Komkujî di qontrola dewlet û hikumeta AKP'ê de pêk hatî'

Evîn diyar kir ku piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê dewleta Tirk konsepta şer xistiye dewrê û wiha domkir: "Komkujiyên ku di mitîngên aştiyê de pêk tên ne tesadûfe. Zarokek jî dikare vê rastiyê bibîne. Komkujî di qontrola dewlet û hikûmeta AKP'ê de pêk hatî. Divê hemû welatên navnetewî û parazvanên aştî û demokrasiyê xwedî helwestên radîqal bin. Em fêmnakin çima ewqas bêdengî li hember qetilkirina mirovan heye?"

'Tenê HDP'ê dikare daxwaza gel ya aştiyê pêk bîne'

Evîn balkişand ku dewleta Tirk dixwaze bi êrîşan vîna berxwedanê bişkîne û wiha pêde çû: "Gelê Tirkiyê û Kurdistanê êdî ji şer bêzarbûne û aştiyê dixwazin. Bi salane têkoşîna aştiyê li wî welatî tê dayîn. Fikrê netewa demokratîk bi pêşengiya HDP'ê xwe nîşan da. Modela netewa demokratîk wê çareseriya tevahî netewan be. Tenê HDP'ê dikare daxwaza gel ya aştiyê pêk bîne. Alîgirên îktîdarê serkeftina vîna gel napejrînin û ji bo ku refleksên azadiyê gel bişkîne komkujî pêk tîne.

'Tenê yekîtiya gelan dikare dawî li komkujiyê bîne'

Evîn banga têkoşîna hevgirtî li gelan kir û got, "Tenê yekîtiya gelan dikare dawî li komkujiyê bîne. Ji ber vê yekê li dijî desthilatdariyê têkoşîna rêxistinî wê aştî û jiyana azad bi xwe re bîne."

(rc)