Salvegera 3. ya Dengê Cudî hat pîroz kirin
10:49
JINHA
QAMIŞLO - Bi armanca damezrandina 3. salvegera Radyo Dengê Cûdî bi şahiyek li navenda ciwanan a bajarê Qamişlo hat pîroz kirin.
Bi armanca pîrozkirina damezrandina 3.salvegera Radyo Dengê Cûdî bi beşdarbûna xebatkarên raghandina azad, rojnameya Ronahî û saziya ciwanên Rojava YCR'ê û gelek welatî li Navenda Ciwanên bajarê Qamişlo a Kantona Cizîrê hat pîroz kirin. Piştî rêzgirtinê Rêvebera Dengê Cûdî Canê Hemo salvegera 3. li tevahî gelê Rojava pîroz kir û ev şahî diyarî Şehîd Rûstem Cûdî kir û got: "Şehîdên me canê xwe ji bo me feda kirin. Divê em jî bi kedên mezin dengê rastiyê raghînin." Piştre Canê li ser girîngiya xebatê radyo agahî da ciwanan.
Şahî bi stranên hunermend Berfîn Mamedova, govenda zarokan û bi stranên Koma Şehîd Kesira bi dawî bû.
(re/rc)