'Divê jin bi zanistiya parastina cewherî cih di yekîneyên parastinê de bigre'

11:30

JINHA

HESEKÊ - Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Demokrasiya Suriyê Roj Dêrsim, destnîşan kir ku bi pêşengiya hêzên şoreşger cara yekem li Suriyê jin cihê xwe di tevahî hêzên parastinê de digre û bang li tevahî jinên Suriyê kir ku cihê xwe di yekîneyên parastinê de bigrin.

13'e rêxistinên leşkerî ên ku li Rojava û herêmên cuda ên Suriyê têdikoşin, duh li bajarê Hesekê bi civînek "Hêzên Demokratîk ên Suriyê" bi aweyek fermî îlan kirin. Endama Meclîsa Leşkerî ya Hêzên Demokrasiya Suriyê Roj Dêrsim diyar kir ku, armanca vê yekîtiyê aloziya ku li Suriyê tê jiyan kirin derbas kirine û herêmê ji êrîş û dagirkeriya çeteyan parastine.

'Parê herî mezin a serkeftina dîrokî ya jinane'

Roj destnîşan kir ku cara yekeme bi pêşengiya hêzên şoreşger jin di tevahî yekîneyên parastinê de cihê xwe digrin û got, êdî jinên Suriyê dikarin hêzê xwe belavî tevahî welat bikin. Roj anî ziman ku parê herî mezin a serkeftina dîrokî ya jinane û bilêvkir ku divê jinên Suriyê bi zanistiya parastina cewherî cih di yekîneyên parastinê de bigre.

(rc)