Dayîkên Şemiyê hesabê komkujiya Enqerê pirsîn

11:53

JINAHA

ŞIRNEX - Dayîkê Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 353' min de aqubeta kesên di komkujiya Enqerê de hatine qetilkirin pirsîn. Çalekî ji bo kesên di teqîna Enqerê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û yek bi yek navê wan het xwendin.

Dayîkê Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 353' mîn de berpirsê komkujiya Enqerê pirsîn. Dayîkê Şemiyê di navê de Hevserokê Şaradariya Cizîrê Kadir Konur, endam û rêvebirê MEYA-DER, HDP, DBP, KURDİ- DER, TUHAD-FED’ê tevlî çalakiya li Kolana Hûnerê bûn. Serokê Vakfa Mirovan ya Tirkiyê(TİV) Şebenem Korur Fincancı û endamVakfa Mirovan Metin Bakalcı, Ûmit Bîçer, Ûmit Efe, Barış Yavuz, Veysî Ûlgen jî, bi armanca piştgiriyê tevlî çalakiya dayîkên şemiyê bûn. Çalakî ji bo kesên li Enqerê jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê despêkir û nûnerê İHD’ê yê Cizîrê Abdulkerîm Pusat navê kesên li Enqerê jiyana xwe ji dest dane yek bi yek xwend û diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane ala aşitiyê ji wan re mîras hiştine û ew ê bi can û rihê xwe vê alê bi parêzin.

Piştî Abdulkerîm Seroka TÎV’ê Şebnem Korur Fincanci axivî û ji ber ku nikara Kurdî bi axive lêborîna xwe ji Dayîkên Şemiyê xwest û wiha got:” Em nikarin bi zimanê vê axê bi axivin vê pergalê nehiştiye ku em zimanê vê axê hîn bikin.” Şebenm got ku ev pergal ku nexweze bi zimanê hev bi axivîn û piştgiriyê bidin hev lê ew pêşî li vê yekê digrin û ev tişt anî ziman:” Tiştê herî bi qiymet daxwaza me ya edeletê ye. Ev têkoşîn wê bê edelatiyê bi dawî bike.” Şebnem herî dawî anî ziman ku bê edelatiya li welat hûndahiyê nû zêde dike û wiha got:” Dibê em bibin berdevkê van kesan û hesebê kuştina wan bi pirsin."

Piştî axiftinan dayikan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn.

(ma/rc)