'Şoreşa Rojava li ser nirxê azadiyê jinan mezin bû'

13:15

JINHA

DÊRIK - Konferansa Lutkeya Cîhana Nû bi durişmeya “Demokrasiya bêyî dewlet” di roja xwe ya dawî de dewam dike.

Duh li bajarê Dêrikê Konferansa Lutkeya Cîhana Nû ku ji aliyê Rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê û Rêveberiya Xweser tê organîzekirin di roja xwe ya 2. de berdewam dike.

Di kongreya ku 27 amademisyen, rewşenbîr, hunermendên gelek dewletên cîhanê û nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk beşdarî bûne de, bi nîqaşên girîng derbas dibe. Di konferansê de Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Dêrikê Dicle Hemo û Hisên Adem axivîn û lidarxistina konferasê wekî berhemên têkoşîna hezaran ciwanên Rojava ku canê xwe dane, binav kirin. Hevserokan spasiya rêxistina Cîhana Nû ya Holandayê li ser vê piştgiriya ku pêşkêş dike, kir.

Piştre Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusûf axivî û balkişand ser girîngiya jiyana komînal û demokratîk. Hediye diyar kir, ku di sala 4. a Şoreşa Rojava de lidarxistina konferanseke bi vî rengî li Rojava girîng û watedar e. Hediye destnîşan kir ku netewe dewlet mîna kanserê li nava civakê belav bûye.

Hediye da zanîn ku ew ji bo Şoreşa rojava gotina "Heqîqet eşq e, eşq jiyana azad e" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas digirin û got, "Girîng e jiyana azad destpêka hemû esasan be. Ev esas jî ji jiyana komunal pêk tê. Şoreşa Rojava li ser nirxê azadiya jinan mezin bû." Hediye ragihand ku Şoreşa Rojava li ser nirxên azadiyê yên jinê mezin dibe û berxwedana YPG û YPJ'ê jî weke hêviya jiyana nû pênase kir.

Delegeyên konferansê wê piştî nîvro li Dêrikê "Parlamenta Neteweyên Demokratîk ên Bêstatu" vekin.

(zk/rc)