Agahî ji mertalên zindî ên li Lîcê nayê girtin

14:29

JINHA

AMED - Mertalên zindî ên ku bi armanca pêşî li taxrîbatê şehîdgehên "Şehît Amed û Şehît Hêvîdar" bigirin dest bi çalakiyê nobetê kiribûn, 6 ji wan hatin binçav kirin û ên li herêmê jî agahî ji wan nayê girtin.

Piştî Weliyê Amedê ev 3'ê roj li Lîcê qedexeya derketina kolanan îlan kir, mertalên zindî ên ku bi armanca pêşî li taxrîbatê ser şehîdgehên "Şehît Amed û Şehît Hêvîdar" bigrin dest bi çalakiya nobetê kiribûn. Agahî ji mertalên zindî nayê girtin. 6 mertalên zindî şevê din dema vegeriyan navenda Lîcê hatin binçavkirin û ew birin Fermandariya Jandarma ya Navçê. Kesên hatine binçav kirin navê wan wiha ye; Bîlal Demîrbaş, Necat Demîrbaş, Fuat Solmaz, Ganî Yildirim, Muharrem Engîn û Veysî a ku pişt navê wî hatî zanîn e.

Her wiha di saetên sibê de sewqiyeta wesayîtên zirxî ji cihê şehîdga ku nêzî gundê Sîsê hat kirin.

(rc)