JIN FM dest bi weşanê kir

15:03

JINHA

ROJAVA - Li Rojava yekemîn radyo JIN.FM a xweser dest bi weşanê kir. Mûdirê Weşanê Radyo Şirîn Îbrahîm, balkişand ser girîngiya rola jinan ya di civakê de û got, armanca wan pirsgirêkê jinan ji nêzve şopandin û çareser kirine.

Li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê yekemîn radyo JIN.FM a xweser dest bi weşanê kir. Mûdîrê Weşanê Radyo Şîrîn Îbrahîm destnîşan kir ku radyo jin radyoyek civakiye û got tevahî xebatkarên radyo jinin. Şirîn da zanîn ku xebatê amedekariyê radyo yê salek domkiriye û got, hemû xebatkarên wan li radyo yê perwerdeyê xwe dibînin.

'Armanca me xwe gihandina pirsgirêkê jina ye'

Şirîn diyar kir ku radyoya wan li ser frekansa '104'ê weşanê dike û bilêvkir ku radyo wê xwe bighîne hemû gundê dora Amûdê. Şirîn anî ziman ku rola jin di nava civakê de xwedî girîgiyek mezine û wiha domkir: "Armanca me ne tenê derfetê xebatê ji jinan re avakirine her wiha di weşana xwe yê rojê de em armanc dikin ku xwe bighînin pirsgirêkê jinan û çareser bikin. Divê hêz û enerjiya jin tenê bi mal ve neyê sînor kirin."

'Em ê hêjmarê zêde bikin'

Şirîn da zanîn ku perwerde wê ne tenê bi xebatkarê radyo ve sînor bimîne û wiha pêde çû: "Her wiha dê li hemû qadên çepemenî hêjmar bên zêde kirin û ji hemû weşanan em ê sûdê bigirin. Projeya radyo, girêday Navenda Perwerdê Weşanê jinan e. Ev navend li Suriyê wek navenda yekemîn a xwesere."

Rojê 4 saetan weşanê dike

Şirîn anî ziman ku radyo jin di hefteyên despêkê de wê 4 saetan weşanê bike û ev weşan dê di saetên 12.00 û 16.00'an de werin kirin. Şirîn diyar kir ku heya niha ew 10 jinên xebatkar amede kirine û wiha got: "Dervî 10 jinan niha em 8 jinên din amede dikin. Em jinan ji bo weşanê rojene û pêşkêşiyê amede dikin."

(rc)