Dayikên şemiyê divê fail bên ceza kirin

15:58

JINHA

COLEMÊRG - Dayîkên Şemiyê vê heftê li Colemergê faîlê Fetah Yaşar ê ku di sala 1994'an de ji aliyê hêzên tarî ve hatî qetil kirin pirsî.

Dayîkên Şemiyê vê heftê li Colemergê faîlê Fetah Yaşar ê ku di sala 1994'an de ji aliyê hêzên tarî ve hatî qetil kirin pirsîn. Dayîkên Şemî ên ku îro li Qada Kolana Çandê hatin ba hev û çalakiyê xwe ê heftene li darxistin. Parlementerê HDP'ê Abdullah Zeydan û sekreterên wî, Wêjevana Tirk Kevser Atay û gelek welatî beşdarî çalakiyê dayîkên şermiyê bû. Piştî çalakiya rûnişkandinê hevjîna Fetah Yaşar axivî û got: "Em li gund bûn leşkeran operasyon li hember gund pêk anî. Fetah wê rojê wenda bû û êdî me agahî jê negirt. Dexwaza me faîlên Tetah bên dîtin û darizandin. Eger dewlet faîlan nebîne dê her tişt wenda bike."

Piştî wê Wêjevana Tirk Kevser Atay diyar kir ku ew ji bo aştiyê hatine Geverê û wiha got: "Lê mixabin duh du ciwan ji aliyê AKP'ê ve hat qetil kirin. Em ji bo aştiyê hatin Geverê lê polîsan duh 2 ciwanên din qetil kir. Em wek wêjevanê Tirkiyê êdî naxwazin li Tirkiyê şer berdewam bike. Divê her kes ji bo aştiyê dengê xwe bilind bike, erkê ku dikeve ser milê me em amedene ji bo aştiyê pêk bînin. Hêviyê me ji bo aştiyê bilinde."

Piştî axaftinan bi çalakiyê rûnişkandinê ve çalakî bi dawî bû.

(zyd/rc)