Rêxistina jin xwedî li cenazeyê sînor derdikevin
16:31
JINHA
SILÊMANÎ - Cenazeyê Sinor ku 15 roj in li Morga Tiba Edlî ya Silêmaniyê tê ragirtin, wê rêxistinên jinan xwedî lê derbikevin.
Cenazeyê Sinor Omer (21) ku di 2’ê Cotmehê li Parka Dayîk a Silêmaniyê hat qetilkirin, hîna li Morga Tiba Edlî ya Silêmaniyê tê ragirtin. RJAK ragihand ku wê xwedî li cenazeyê Sinor derkevin.
Di ser qetilkirina Sinor Omer (21) ku hîna cenazeyê wê li Morga Tiba Edlî ya Silêmaniyê tê ragirtin, 15 roj derbas bûn. Li gor zagonên Herêma Kurdistanê, ger cenaze heya 15 rojan ji aliyê malbatê ve nehat wergirtin û defin nekirin, wê di roja 15’emîn de ji aliyê Şaredariya Silêmaniyê ve were definkirin.
Hat zanîn ku Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ji bo bikare cenazeyê Sinor Omer a bû qurbana şideta mêr werbigere, serî li Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê da.
Li gor agahiyên rayedarên RJAK’ê dan ajansa Rojnewsê, diyar kirin ku hîna bersivek ji bo serlêdana xwe wernegirtine û wê îro cardin biçin Saziya Tiba Edlî. Rayedarên RJAK’ê diyar kirin ku ji ber 15 roj in karmendan ji ber çalakiyên boykotkirina çûna ser kar, kar nekirine, bersiva daxwaza wan direng ketiye.
Her wiha hîna kujerê Sinor jî nehatiye girtin, hêzên ewlehiyê ji kuştina Sinor hevserê wê berpirs dîtibûn û ew binçav kiribûn.
(rc)