Gever sê cangoriyên xwe bi girseyî spartin axê
17:30
JINHA
COLEMÊRG - Cenazeyê Diyar Akin, Diyar Ertaş û Zanyar Muhammed Por li Geverê bi tevlîbûna deh hezaran welatî ve hatin oxir kirin.
Li Geverê duh polîsan ciwanê bi navê Diyar Akin û Diyar Ertaç bi aweyek hovene qetilkir. Welatiyên Geverê îro cenazeyê Diyar Akin, Diyar Ertaş ên ku ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin û cenazeyê gerîllayê HPG'ê Zanyar Muhammed Por ya ku di encama pêvçûnên li Şemzînanê de jiyana xwe ji dest daye bi girseyî spartin axê. Di merasîma girseyî de wêneyên Diyar Ertaş, Diyar Akin û Zanyar Muhammed Por hatin hildan û durişmeyên "Tolhildan" û "Bijî berxwedana gelan" hat berz kirin. Parlementerên Colemêrgê Nîhat Akdogan, Abdullah Zeydan, Dayîkên Aştî û Rêveberên MEYA-DER jî tevlî merasîmê cenazê bûn.
Di merasîmê de Parlementerê HDP'a Colemêrgê Nîhat Akdogan axivî. Nîhat got: "Hevalê me Diyar Akin û Diyar Ertaş bi aweyek hovene bê parastin hatin qetil kirin. Em li dijî bêy mafiyê serî hildidin. Ên ku hevalên me qetil kirine çeteyên AKP'ê ne. Têkoşîn û berxwedana hevalên me dê riya me ronî bike. Em ji malbatê wan re sersaxî dixwazin." Piştî wê Bavê Diyar Ertaş Cengîz Ertaş axivî û diyar kir ku, ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û ji ti tiştî natirsin. Cengîz got: "Diyar şehîdê tevahî gelê Kurdistanê ye. Em bi kiryarên çeteyên AKP'ê natirsin. Her ku diçe hêzê me zêde dibe û em xurtir dibin. Serê tevahî Kurdistanê saxbe."Apê Dîyar Akin Sadullah Akin jî got, Diyar şehîdê hemû Kurdistanê ye, serê tevahî gelê Kurd saxbe.
Piştî axaftinan girse şehîdên xwe spartin axê û belav bûn.
(zyd/rc)