Divê jinên her bajarî xwediyê meclisên xweser bin
09:08
Bêrîtan Canozer / JINHA
AMED - Navenda Jinan Nûjîn a ku dibiniya Şaredariya Bismilê de xebatên xwe birêve dibe, ji bo jinan hem navenda hînbûnê û hem jî ya bi hişmendîbûnê ye. Endama navendê Leyla Gokalp diyar kir ku ew li hemberî hişmendiya civakê ya zayendperest tekoşînê dikin û xwest ku hîn zêdetir navendên jinan bên vekirin.
Navenda Jinan Nûjîn a ku dibiniya Şaredariya Bismilê de xebatên xwe birêve dibe bûye navenda baldariya jinan. Xebatkarên navendê diyar kirin ku ew li hemberî zayendîtiya civakiya di Bismila xwediyê sazumaniyek fewdale de tekoşînê dikin. Leyla Gokalp a ku di beşa kuafora navendê de dixebite da zanîn ku divê li hemû navend, navçe û gundan navendên jinan bên vekirin.
'Ez hem hîndibim û hem jî hîn dikim'
Leyla anî ziman ku ji ber derfetek wiha dane ew gelek kêfxweşe û wiha got: "Li Bismilê jin dinava sazumaniyek fewdal de dijîn. Deshilatiya mêran li vêderê gelek tê dîtin, lê di van salên dawiyê de jinan hinek hêza xwe daye nîşandan. Jin êdî ji bo jiyana xwe tiştinan dikin. Em tên vêderê waneyên dirun, nexşan, gelek hunerê dest û kuaforê hîn dibin. Ez di beşa kuaforê de dixebitim, lê carnan diçim beşê dinê jî bi jinan re hîndibim. Ez hem kuaforiyê didim û hem jî dikevim nava beşê dinê jî gelek tiştan hîn dibim. Ez tiştên hîn dibim, bi heval, cîran û xizmên xwe re jî par dikim."
'Bi destê jinan aştî pêkane'
Leyla bilêv kir ku divê li hemû navend, navçe û gundan navendên jinan bên vekirin û wiha domand: "Di dema dawiyê de hîn zêdetir jin ji bo xwe naskirinê di nava hewildanan denin. Divê ji bo ku jin di aliyê aboriyê de xwe li ser lingê xwe bigirin û bibin xwedî pîşe perwerde bê dayîn. Bila neçin qursên dewletê, ji derfetên şaredariya xwe sudê bibînin. Qe nebe em li vêderê perwerda ziman jî dibînin. Jin xwe pêşde dibin. Jinên tên qursê dibînin navbera me û wan gelek başe. Em bi hev re sohbetê dikin. Em dibin hevparê derd û şanaziyên hev. Bi saya HDP'ê li vêderê jin hîn zêdetir ji bo xwe naskirinê kedê didin û ev jî gelek giringe. Ev pêvajo jin, zarok, kal, pîr her kesê digire nava xwe û her kesê bandor dike. Li Cizîrê zaroka li ber milê dayîka xwe hat qetilkirin. Li Bismilê polîsan ser malekê de girtin, di wê malê de jin û zarok jî hebûn. Li hember dewleta wiha bi hovane êrîş dike divê em jî xwe biparêzin. Em dixwazin di derbarê jiyana xwe de bi xwe biriyar bidin. Em naxwazin zarokên me bên qetilkirin û malên me bên gulebaran kirin. Em weke jin aştî û aramiyê dixwazin. Ev jî bidestê jinan gengaze. Tenê jin dikarin aştî û aramiyê bînin vî welatî."
(zt)