Rojên girtiya herî biçuk a aştiyê Asmin ên girtîgehê...
10:02
JINHA
KOCAELİ - Asmin Polat a yek salî hîna nehatî dinê dayîka wê ji ber tevlî çalakiya Roja Aştiya Cîhanê bûye û bi hinceta 'govenda îdeolojîk girtiye' li gel wê hatiye girtin. Dayîka Asmînê Sevgî Îmal Polat qala rojên wê yên girtîgehê kir û da zanîn ku Asmîna di girtîgehê de hînî xwendin û nivîsandinê bûyî gelek ji girtina govendê hez dike. Dayîka Asmînê diyar kir ku ji bo dema Asmîn mezin bû bixwîne ew rojnivîskê dinivîse.
Li welatê mirov di mitîngên aştiyê de tên qetilkirin hem jî çîroka jiyana Asmina temenê wê salek û nîv a ji ber ku dayîka wê aştî xwestiye bi dayîka xwe re hatiye girtin heye. Sevgî Îmal Polat di sala 2013'an de li Bursayê beşdarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûye. Li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bursayê bi hinceta di çalakiyê de duruşmên girêdayî aştiyê avêtine û govenda aştiyê girtine doz li wan hat vekirin. Di nava îdiayan de ya herî tirajedî komêdî jî "girtina govenda îdeolojîk"e. Li gel Sevgî ji bo 16 kesan 10 meh ceza hat dayîn. Sevgî li gel keça xwe Asmîn a ku piştî çalakiyê bi qasî salek û nîvê nû çavên xwe li duniyayê vekirî bi hev re ketin girtîgehê.
Hefteyekê di hunrê de man
Em jî di derbarê Sevgî Îmal Polat li gel keça wê Asmîn û rojên girtîgehê bi wê re peyîvîn. Dema ku me ji Sevgî pirsa Asmîna biçuk a ku ji ber daxwaza aştiyê û 'dîlana îdeolojîk' ketî girtîgehê û girtina govendê de çawaye? Bersiv; "Lîstoka herî Asmîn jê hez dike gerandina govendê ye." Sevgî qala metirsiyên xwe yên ketina girtîgehê kir û anî ziman ku dema ew nû hatiye girtin hefteyekê li Girtîgeha Bursayê bi Asmînê re di hucrê de mane. Sevgî destnîşan kir ku di hefteya despêkê ya ku ew û Asmîn li cihê teng û bê hewa de mane gelek tengav bûne û got: "Asmîn nû ser lingan ketibû û nû rêde diçu. Wê dixwest bi rêde biçe û bilîze. Ti tiştekê yê pê bilîze tine bû. Ji ber ku tiştên xwarinê yên ji bo wê di anîn gelek kêmbûn gelek caran ji birçînan ranediket. Ez gelek bi wî halê wê xemgîn dibûm. Asmîn jî dizanî tiştek nebaş tê kirin û her dem li derî dixist. Di nava hucrê de bê tenduristî kete sala xwe ya yekem."
'Ji ber ew zu hînî hevalan bû, êdî karê min jî sivik bû'
Sevgî da zanîn ku ji ber şertên giran êdî Asmîn nedikarî bisekine biriyar da ku wê bişîne gel malbata wê û wiha berdewam kir: "Dema ku min vê biriyarê girt, ez şandim girtîgeha Gebzê. Dema ku ez hatim li vêderê ji ber ku Asmîn di demek pir kin de hînî hevalan bû êdî min dest ji wê biriyara xwe berda. Di aliyê giyanî de Asmîn gelek hejiyabû. Ew her dem digirî, şevê ranediket, ev rewşa wê gelek ez bandor kirim. Ez her dem di nava lêgerîna ez dikarim ji bo vê zarokê çî bikim debûm. Dema ku ez hatim gel hevalan êdî rewşa Asmînê hêdî hêdî ber başiyê diçe. Ez gelek zu hînî hevalan bû û ev jî karê min sivik kir."
'Her dema ku deriyê hesin vedibe ew bi tirs ji xwe şiyar dibe'
Sevgî mezinbûna Asmînê ya di nava sînorên girtîgehê dê û di keşifkirina wê ya wan sînoran jî wiha anî ziman: "Bi tayîbetî jî dema texlîtê hevalan dike, mereqa wê ya muzîkê, di her muzîkê de guherîna bertekên wê, eleqeya wê ya li hember çukên divedin ser çatiyê û bi destê xwe yê biçuk banîkirina wan her wiha serê sibehan bi gotinên "ce eee" gazî hevalan kirina wê û wiha heval ji xwerakirina wê. Asmîn li ber çavê me mezindibe. Lê divê ti zarok di van şertan de neyên mezinkirin. Her dema ku deriyê hesin vedibe ew bi tirs ji xewê şiyar dibe."
'Di temenek gelek biçuk de gelek hevalên binirx nasî'
Sevgî di derbarê Asmîn û jinên girtiyên siyasiyên girtîgehê de jî wiha axivî: "Jiyanek demdirêj a hevalên minên binirx a girtîgehê heye. Asmîn li gel wan heman navendê pardike, ew hem ji bo Asmînê xemgîn dibin û hem jî kêfxweşiya wê dijîn. Ez van du hîsan di kuraniya çavên wan de dibînim. Ji derveyî Asmînê ji bo min a ku weke "Dayêya" wanim jî heman hîsî dijîn. Xemgîn dibin û li aliyê dinê kêfxweş dibin. Di vî aliyî de Asmîn gelek bişanse. Ji ber ku di temenek gelek biçuk de gelek hevalên binirx naskir."
Sevgî anî ziman ku keça wê Asmîn ji wê zêdetir ji hînbûnê re vekiriye, hînî kurdî dibe û wiha domand: "Hinek din jî axaftina min a kurdî pêşket. Asmîn ev bi min re pêşxist. Ya herî min şanaz dike jî li vêderê ji bo min dadê dibêje."
'Desê xwe dide piş xwe û di meşe'
Sevgî herî dawî rojek a Asmînê ya girtîgehê wiha anî ziman: "Di saetên serê sibê de çavên xwe li rojê vedike. Texlîtê hevalên li hewalandirêmê werzîşê dikin dike, tevgerên nû hîndibe wê gelek şanaz dike. Ew bi nobedarên rojê re tevdigere û serê sibê hevalan ji xewê şiyar dike. Dema wê ya xwarinê tam dema tekoşînê ye. Bi gelek zoriyan em xwarina wê didinê. Ji derveyî dema xewê ew di hewalandirê û midbexê ser beteniyeyên me li erdê raxistine lîstokan dilîze. Her roj ew hîn zêdetir kêfxweş û bi kelecan dibe. Di roja hevdîtina girtî de dema ku bavê wê hatî hevdîtinê ew hezret û kêfxweşiya xwe li canê dixist, telefon ji destê min derdixist dixwest bipeyîve û dixwest derbazî aliyê dinê gel bavê xwe bibe... Her hafta em daxwazname didin wê du saetan didin ji derve. Ew di nava diya xwe û bavê xwe de maye. Ez dibînim ku ev du alî deruniya wê dide zorê. Ew hêrsdibe, ez jî wê hembêz dikim û ber xewê re dikim. Saetên ber êvarê li hewalandirmê demê volta avêtina wêye. Asmîn destê xwe dide paş xwe û dimeşe. Ew ji hevalên dengxweş sitiranan dixwaze û dilîze. Gulan bîndike, destê xwe bi ser gulan dide û dixe ber bîna her kesê. Bi destê xwe yê biçuk gazî çukan dike. Ew gelek ji pirtûkan hez dike, qet naqetîne, weke ku dixwîne digire destê xwe. Tayîbetî jî saetên şevê dema xwendinê ji bo ku xebatê belavneke hemû şîrîniya xwe nîşandide. Saet di 20.30'an de mama ya xwe dixwe û saet di 21.00'an de jî li ber dengê nînî û sitiranan radikeve."
'Ez ji bo wê rojnivîsk dinivîsim'
Dema ku me axaftina dawiyê ji Sevgî xwest diyar kir ku ew rojnivîskê dinivîse ji bo dema Asmîn mezinbû bixwîne û wiha pêde çu: "Ji roja em hatine li vêderê heya niha ez rojnivîsk dinivîsim. Ez her roj rewşa wê û tiştên wê yên guhertî dinivîsim. Dema ku Asmîn mezinbû dê vê rojnivîskê bixwîne. Dê wê demê hîn bibe ku di nava pergalek çawan de mezinbûye. Ez hêvîdarim ku ti zarok dinava şertên girtîgehê de mezin nebe. Ev dem ji bo me gelek zor derbasdibe. Lê divê em hêzdar bisekinin. Ez hêvîdarim ku dê Asmîn heskirina van hevalan di demên pêşde hîn zêdetir hîdbike û tekoşîna wan berdewam bike."
(zt)