Bi hinceta 'bombeya zindi ye' polîsan jinek gulebaran kirin

10:38

JINHA

STENBOL - Polîsên Stenbolê di seatên serê sibê de li Ataşehîr û Sariyerê operasyonên hemwext pêk anî. Der barê operayonan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin, Buroya Hiqûqê ya Gel di hesabê xwe ya twîtterê de ragihand ku muwekîla wan Dîlek Dogan bi îdiaya "bombeya zindî ye" gulebaran kirine.

Polîsên Stenbolê seat di 04.00'an de bi oeprasyonên hemwext bi ser gelek malên ku berê destnîşan kiribûn yên li Ataşehîr û Sariyerê bi de girtin. Hat ragihandin ku tîmên taybet jÎ bi wesayîtên zirxî tevlî operasyonê bûne. Der barê encama operasyonê de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Buroya Hiqûqê ya Gel di hesabê yê twîtterê de ragihand ku li taxa Kuçukarmutlu ya navçeya Sariyerê polîsan bi îdiaya ku muwekîla wan Dîlek Dogan "bombeya zindî ye" gulebaran kirin. Dîlek rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Perwerdehî û Lêkolînê ya Okmeydaniyê.

(zt)