Polîs bi roketan êrîşî Farqînê dikin

12:43

JINHA

AMED - Li navçeya Farqînê polîs bi wesayîtên zirxî anonsa li 3 taxan qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin kir û gel li hemberî êrîşên polîsan li taxan tedbîrên parastinê dikin.

Li 3 taxên navçeya Farqînê ya Amedê careke din biryara qedexeya derketin kolanan hat îlankirin. Qedexeya derketina kolanan li taxên Mescît, Konat û Tekelê hat îlankirin. Biryara qedexeyê bi wesayîtên zirxî yên polîsan hat kirin û di sîteyên walîtî û qeymeqamtiymê de tu daxuyeniyên têkildarî qedexeya derketina kolanan de tuneye.

Hate hînbûn ku piştî anonsên polîsan gel li hemberî êrîşên polîsan li taxan dest bi tedbîr girtinê kirin.

(zt)