Dayîkên Aştiyê: Bê çalakî yek alî nabe

13:27

JINHA

AMED - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê der barê biryara bêçalakîtiya KCK'ê û operasyonên leşkerî yên ji hêla dewletê ve hatine destpêkirin de ev tişt anî ziman: "Bila dewlet gav bavêje û dawî li vî şerî bîne."

KCK di 10'ê cotmehê de biryara "bêçalakîtiyê" ji raya giştî re aşkere kir û piştî vê biryarê operasyonên leşkerî û êrîşên li hemberî "şehîdegah" zêdetri bûn. Li hemberî vê yekê hêzên demokratîk û aştîxwaz banga gavavêtinê li hikûmeta AKP'ê dikin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê der barê vê mijarê de li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Murvet Demîr daxuyanî xwend û diyar kir ku piştî ku KCK'ê biryara "bêçalakîtiyê" wergirt şûnde operasyonên leşkerî jî zêde bûn û ev tişt anî ziman: "Dewlet li hemberî vê biryara KCK'ê gav navêje, her roj çiyayên me bombebaran dike û êrîşê gorên zarokên me dike. Welatî ji bo aştiyê çûn Enqereyê lê Erdogan ev yek ji wan re zêde dît û wekî komkujiyta Helepçê li Enqereyê komkujî pêk anî."

Murvet da zanîn ku AKP li Enqereyê û gelek bajarên din komkujî pêk aniye û wiha pê de çû: "Erdogan bi van komkujiyan re hem Kurdistanê û hem jî Tirkiyeyê perçe kir. Ji ber ku li Roboskê, Cizîr, Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk anî û berpirsyarê van hemû komkujiyan e." Murvet bi gotina "gorên zarokên me bombebaran dikin" bertek nîşanî operasyonên leşkerî da û got ku KCK gelek caran agirbest îlan kir lê dewlet bersiv neda yekê jî. Murvet bi van gotinan bang li rayedarên hikûmet û dewletê kir: "Em dayik daxwaz dikin ku dewlet bersivê bide biryara KCK'ê û em dawî li vî şerî bînin. Êdî bila tu kes jiyana xwe ji dest nede û aştî were vî welatî."

(zt)