Li Bedlîsê KJA yê şehîdên aştiyê bibîranîn
15:57
JINHA
BEDLÎS - Di merasîma bîranînê ya ji bo Hesapgirê HDP'ê ya Tokatê Mehmet Zakîr Karabulut hate lidarxistin de Hevseroka HDP'ê ya Bedlisê Nazîme Arvas axivî û peyama "Em dengê aştîxwazan bilind bikin, heta ev deng bilind bibe çete û AKP dê têk biçin" da.
KJA Bitlis Koordinasyonu'nun Ankara katliamında yaşamını yitiren HDP Tokat İl Saymanı Mehmet Zakir Karabulut'u anma etkinliğinde konuşan DBP Bitlis İl Eşbaşkanı Nazime Arvas, "Barışseverlerin sesini yükseltelim. Bu ses yükseldikçe çeteler ve AKP yenilecektir" çağrısında bulundu. Koordînasyona Kongireya Jinên Azad a Bedlîsê Hesapgirê HDP'ê ya Tokatê Mehmet Zakîr Karabulut ê di qatlîama Enqereyê de jiyana xwe ji dest da li gundê Xaxrêfê li ser gora wî bi bîr anîn. Gelek kes beşdarî merasîmê bû û jinan pankarta "Em ê aştiyê binîn vî welatî" vekirin û li dijî AKP'ê dirûşm berz kirin.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka DBP'ê ya Bedlîsê Nazîme Arvas axaftinike kurt kir û wiha got: "Em dengê aştîxwazan xurtir bikin. Hete av deng bilind bibin çete û AKP dê têk biçin." Nazîme axaftinên serokomar, serokwezîr û wezîran ên piştî qatlîamê rexne kir û ev tişt anî ziman: "Heke li vî welatî mirovahî, demokrasî û wekhevî hebe di serî de Erdogan û Davutoglu divê hemû wezîrên berpirsyar îstîfa bikirana."
Dayika Mehmet Zekîr Karabulut, Zubeyda Karabulut jî axivî û wiha got: "Kurê min bila bibe wesîleya aştiyê. Ez giriyam bila dayikên din negirîn."
Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat jî bilêv kir ku li Tirkiyeyê ji her demê zêdetir dema bilindkirina aştiyê ye. Mizgîn got ku jin her tim aştîxwaz in û dengê aştiyê bilind kirine û nirxandina "Em ê aştiyê binîn Tirkiye û Kurdistanê" kir.
Piştî bîranînê jinan qurnefîlên ku bi xwe re anîn danîn ser gorê.
(zt)