Ji Şakranê peyam heye: Di hindir de jî konsepta şer berdewame

09:31

Sevcan Atak/JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniya girtiyên PAJK'ê yên li Girtîgeha Tîpa L ya Jinan a Şakranê de di derbarê binpêkirinên mafan ên ser girtiyan de hat diyar kirin ku li gel guherîna mudur konsepta şerê ji derve despêkirî li hindir jî berdewam dike û li hemberî girtiyan harb dane despêkirin.

Rapora girtiyên PAJK'ê ya Girtîgeha Tîpa L ya Jinan a Şakranê di derbarê binpêkirinên mafan ên ser girtiyan berdewam diki de hatî amadekirin gihişt JINHA yê. Jinên girtî destnîşan kirine ku bi guherîna mudur re her tişt hatiye guhertin, konsepta şer a ji derve despêkirî li girtîgehê jî berdewam dike û wiha domandin: "Şerê ji derve li hindir jî berdewam dike, li hemberî me herb îlan kirine, mafên me yên ku me bi gelek zoriyan bidestxistî ji destê me girtine. Yek ji van mafan jî ÎMC ji lîsta weşanê yên dida me derxistine. Bêyî ku ti hîncetan nîşan bidin hema ji lîstê derxistin. Li gel nirxandina me ya demdirêj û îsrara me weke hincet 'hun fermana ketina girevê ji wê digirin' nîşandan. Ev meheke me pê mijul dibin, lê hîna çareser nebûye û tê dîtin dê çareser jî nebe."

'Heta pênûs û pelan jî nadin hindir'

Jinên girtî bilêv kirin ku koliyeyên ji bo wan tên jî nadin wan, heta pênûs, lênûs û pelên nivîsê yên ji bo wan ji saziyan tên komkirin û şandin jî nadin wan û wiha berdewam kirin: "Heta pulên di koliyan de tên jî nadin hindir. Em nikarin bi maliyeya xwe ya hindir kirtasiye bigirin, ji bo me ji derve tên lê nadin, ji ber ku em niha bi xwe ji maliyeya xwe ya hindir digirin em di aliyê madî de bê hêz bûne."

'Her dem sepandina bê alîtiyê ser me dikin'

Girtiyên jin dan zanîn ku di demên dawî de du jinên girtine ser wan sepandina bê alîtiyê kirine û wiha dom kirin: "Her du hevalên me demekê ji me cuda girtin, ji ber ku ser wan sepandina bê alîtiyê dikirin, ev jî pirsgirêkek a derxistî pêşiya meye. Her dem dixwazin diştên wiha têxin rojeva me. Tiştên tînin kantînê ne li gorî daxwazên mene. Tiştên bê qelîte tînin bi bûhayek zêde didin me, ev jî têrnake tiştên kufik girtî, kevin û dîroka wan derbasbûyî tînin. Ev du salin em mijul dibin ji bo girtina çaya seylan (çaya qaçax) lê êdî wê jî nayînin, li cihê wê çayek tama wê gelek nexweş tînin, li gel bi dehan caran me ji bo wan gotî jî cardin heman çayê tînin. Ev tenê mînakeke, tiştekê li gorî daxwazên me nayînin. Bi îsrar tiştên xwe difiroşin me. Her wiha bi hincetên biriyara bervehkirinê heye hemû kovarên me komdikin. Di dawiyê de Kovara Ozgur Halkê desteya îdarê neda. Paşê jî heman hincet ji bo Kovara Rewşenê jî nîşandan û nedan."

'Sewqên nexweşxaneyan bi pirsgirêkin heta me nabin revîrê jî'

Girtiyên jin wiha qala îskenceya ser girtiyên nexweş kirin: "Hîna sewqên girtîgehan bi pirsgirêkin. Bi mehan em li benda sewqekê dimînin. Heta gelek caran me nabin revîrê jî. Em dikarin bêjin li wê bijîşkek ê dem û roja wî nediyar heye. Li gel roja revîrê nediyare jî em carnan di roja xwe ya revîrê de dema ku dixwazin derkevin revîrê bi hincentên weke bijîşk ji dervene ne amadeye me nabin revîrê."

'Mudurê nû weke elemanê şerê tayîbet dixweyê'

Girtiyên jin destnîşan kirin ku dema daxwaza hevdîtinê dikin îdare wan nagirin hevdîtinê û wiha pêde çun: "Mudurê 2'emîn Mehmet Davarcioglu tîpek ji nîqaşan direvi ye. Dema ku hat li gel xwe rupelek nivîs bi navê zagonên nû anî. Ji eşiyayên me yên di depoyê de heya tiştên di koliyan de tên, ji nameyan heya qenalên tv yan gelek sepandinên nû anîne. Bi nêzîkatî û tarzê xwe şerê tayîbet ser me dide meşandin. Qet nîqaşan nake, maf nasnake. Ji ber wê jî divê bê tehşîr kirin. Dê nûçeyên me yên bi vî rengî berdewam bikin."

(zt)