Xetereya jiyana Dîlek didome

10:57

JINHA

STENBOL - Welatiya bi navê Dîlek Dogan a ku ji hêla polîsan ve bi îdiaya "bombeya zindî ye" duh hatibû gulebarankirin û li nexweşxaneyê tê dermankirin. Rewşa xetereya jiyanî ya Dîlek hêj didome.

Li Stenbolê duh polîsên li taxa Kuçukarmutluyê ya Sariyerê bi îdiaya ku "bombeya zindî ye" Dîlek Dogan (24) hatibû gulebarankirin û bi giranî birîndar bibû. Dîlek li Nexweşxaneya Dewletê ya Okmeydanê tê dermankirin û hêj xetereya jiyanî didome. Hat ragihandin ku şevê din dilê wê sekinî û li ser mudaxaleya doktoran dilê wê hat xebitandin. Dermankirina Dîlek a li nexweşxaneyê didome.

(rc)