Li Farqînê êrîşê polîsan dijwar bû
11:09
JINHA
AMED - Li navçeya Farqîn a Amedê ku qedexeya derketina derve ji duh ve berdewam dike, polîsan vê sibê cardin êrîşê gel kirin.
Li navçeya Farqîn a Amedê qedexeya derketina derve di roja 2. de berdewam dike. Êrîşa polîsan a li ser taxên Tekel, Mescît û Konakê vê sibê car din dest pê kir. Polîsên tîmên taybet bi wesayîtên zirxî ku duh sewqî Farqînê hatibûn kirin, di saetên sibê de dest bi êrîşan kir. Her wiha li navçeyê tevgera hewayî ya helîkopteran jî heye.
Li hember êrîşan gelê Farqînê jî dest bi berxwedanê kir û hate zanîn ku pevçûnên dijwar rû didin. Ji taxên ku êrîşa polîsan berdewam dike dû bilind dibe.
(rc)