Yekemîn Akademiya perwerdê li Kobanê hat vekirin

11:23

JINHA

KOBANÊ - Piştî rizgarkirina bajarê Kobanê yekemîn Akademiya perwerdê destpêkir.

Bi armanca hêzkirina hêmanên rêveberiya xweser û bingehê azadiya jin, yekemîn Akademiya Ramanê ya Star li Kantona Kobanê hat vekirin. Dewreya bi navê ‘Şehîd Zozan Kobanê’ hat organîzekirin 15 endamên saziyên civaka sivîl tevlî bûn û dê 15 rojan dewam bike.

Jinên beşdarî perwedeyê bûne li ser girîngiya perwerdeyê, Netewa Demokratîk, dîroka jiin, dîroka Kurdistanê, rêjîme heqîqetê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, pênasekirina meclîs û komînan û rola wan di avakirina civakê de, çand û exlaq û rastiya rêbertiyê û civaka xwezayî’ dê wane bibînin. Derbarê xebatê perwerdê de Rêvebera Akademiya Rewşen Gul Agasî diyar kir ku di encama xebatek berfireh de ew vê akademiyê vekirine. Pêdiviyê her mirovek bi perwerdê heye, ji bo avakirina civaka azad û demokratîk xebatên sereke yek jî perwerde ye."

Yek ji beşdarên perwerdeyê Felek Yûsif kêfxweşiya xwe ji bo vê dewreyê anî zimn û ji hemû beşdaran re serkeftin hêvî kir.

(rc)