'Rêveberiya xweser bi rêya rêxistinê dê pêş bikeve '
12:20
Şehrîban Aslan- Asya Tekîn / JINHA
AMED - Jinên DBP û KJA yê ji bo armanç û rastiya rêveberiya xweser ragihin gel û şiyar bikin xebatên atolyayê dan dest pê kirin. Xebatkara Polîmîkaya Perwerdehiya Şaredariya Surê Fatma Gulçîçek diyar kir ku rêveberiya xweser wek şer hatiye ragihandin. Lewra divê di serî de jin bê agahdarkirin û rastiya rêveberiyê fam bikin.
Piştî îlan kirina rêveberiya xweser li gel bajarên Bakurê Kurdistanê vegeriyan cihên şer û dimejiyê mirovan de rêveberî wek şer hat famkirin. 'Kongreya Jinên Azad (KJA) ji bo rastî û armanca rêveberiya xweser ragihine gel ji bo jinan atolyaya perwerdehiyê da avakirin. Di xebatên atoyayê de ligel hişmendiya mêrîtiyê û polîtîkayên şer birêxistin û têkoşînê were dayin. Xebatkara Şaredariya DBP'ê ya Amedê Esra Guler qala armanca avakirina atolyayê kir û ev tişt anî ziman: "Di rêveberiya xweser de gelek cure hene. Yek ji van cureyan jî xebatên jinê ye. Demekî dirêj e ku di bin komusyona KJA'ê rêveberiya herîmî de nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de pirsa sereke ew bû ku em ê çawa rastiya rêveberiya xweser ragihinin. Di hişmendiya her kesî de rêvberiya xweser wek şer hat famkirin. Lê divê di serî de me vê hişmendiyê tune bikin û rastiya rêveberiyê ji gel re ragihinin. Her çiqas bi şer û pêvçunan rêveriya xweser hat dest pêkirin jî di rastiya xwe de din ava rêveberiya xweser de, aborî, polîtîkayên civakî, jin û hwd jî cih digire. Armanca me ew e ku vê yekê bi gel bidin fam kirin."
'Dema ku dibêjîn rêveberiya xweser tundî tê bira mirovan'
Esra destnîşan kir ku dema dibêjin jin û rêveberiya xweser divê weke şer neyê hişê mirovan û wiha got: "Em rêvberiya xweser bi fîzîkî û bi derûnî bi sinor dikin û di mejiyê me de wek şer didin avakirin. Lê di nava sinorên rêveberiya xweser de gelek tiştên cihê reng hene. Di xwezayê de her tiştê ku zindî be bi gorî xwe xwedî parastina cewheri ye. Lewra îro gelê kurd jî ji bo parastina xwe ya cewherî têdikoşe. Ger em mînak nîşan bidin gulek jî bi sîtriyên xwe, parastina xwe ya cewherî dike."
'Rêbaza herî bi bandor bi rêxîstiyibûyine'
Esra anî ziman ku ev 6 mehe ji aliyê hêzên taybet ve rastiya rêveberiya xweser şaş bi gel hat ragihandin û wiha pê de çû: "Her çiqas rêveberiya xweser ji rastiya xwe hatibe derxistin jî em ê bi avakirina atoliyayan bi xebatên rastiyê bidin ava kirin. Heya ku gel ji rastiya rêveberiyê fam neke nikare xwe bi rêxistin bikin."
'Pergal bihêwilnak êrîşê mirovan dike'
Rêvebera xebatên Polîmîka Perwerdehiya Şaredariya Surê Fatma Gulçîçek jî got ku dema mirov dibêji rêvebiya xweser di hişmendiya mirovan de wek êrîşa pergalê hatiyê avakirin û wiha domand: "Ji ber ku bi salan e pergal bi rêbazekî hêwilnak êrîşê mirovan dike. Ger îro gelê kurd ji bo rêveberiya xwe ya xweser îlan kiribe, li kolanan bi şer têbikoşe ev mafê wan ê herî rewa ye. Ji ber vê yekê divê gelê me bê hişyar kirin û rastiyê bizanibe. Dewlet bi tang û topan êrîşê gel dike. Li vê derê hêza jinê jî tune dibe û ji xwe dide paş. Ji dîrokê heya roja me ya îro jin ji ber hişmendiya bavîksalarî ji aliyê aborî, çandî û dîrokî de hatiye tunekirin. Em ê jî bi xebatên xwe rastiyan derxînin holê. Armanca me ew e ku bi xebatên atolyayê jinan bi rêxistin bikin û hêza xwe ya rewa bidin ava kirin."
'Divê dewlet vîna me esas bigire'
Fatma di dawiya axaftina xwe de got ku divê dewlet vîna wan esas bigire û wiha bi dawî kir: "Eger em bixwazin azad bijin divê em birêxistin bin û têbikoşin. Di nava civakê de em jî hene û dijin. Wek her kesî em jî xwedî maf in û daxwaza mafê xwe dikin. Rêveberiya xweser herî zêde mafê jinê ye. Ez bang li hemû jinan dikim ku divê ji bo azadiya xwa bibin yek û têbikoşin."
(ho/zt)