Li Ferqînê di encama dijwarbûna şer de jinek birîndar bû

12:21

JINHA

AMED - Li Ferqînê qedexeya derketina kolanan di roja duyem de ye. Êrîşa polîsan dijwar bû û li ser avahiya sekvan hatin bi cih kirin. Hat zanîn ku di encama êrîşa polîsan de jinek birîndar bû.

Li navçeya Ferqîna Amedê qedexeya derketina kolanan didome û êrîş her ku diçe dijwartir dibe. Bi wesayîtên zirxî polîs bi saetan taxê gulebaran dike. Bi taybet êrîş li ser taxên Tekel û Mescît yên li ser rêya Azîzoglu û Eskî Betlîs berdewam dike û bi dewan wesayîtên zirxî li ser riyê dikeve herdû taxan bi cih kirine. Li ser riya Azîzoglu û Selattîn Eyyubî yên diçe taxa Camiyê ku qedexeya derketina kolanan li wir nîne, gel kombûne. Li beramberî mudaxeleyê polîsan, gel çalakiyê xwe berdewam dike. Li aliyek ji taxan durişemyên "Bijî Serok Apo" , "Bi berxwedanê em ê bi serbixin" , "PKK'ê gele, gel li vire" , "Bijî berxwedana Ferqînê" bilind dibe li aliyê din hat dîtin ku li ser avahiyên bilind ên taxên Tekel, Konak û mescît sekvan hatine bi cih kirin.

Li dijî çapemeniyê tehdît berdewam dike

Di encama êrîşa roketê ê ku li malekê ketiye jina 30 salî Nurhan Sarili birîndar bû. Polîsan nûçegihanê Azadiya Welat, JINHA û DİHA ên ku dixwastin êrîşa bişopînin asteng kirin. Xebatkarên çapemeniyên ên ku dîmenê êrîşan dikşandin, rastî tehdîtê polîsan ên wekî "raweste, kêşanê neke, were vêderê" hatin.

(rc)