'Her kes dizane HDP partiya jinane'

12:57

JINHA

AMED - Namzetên parlementerên HDP'ê yên amedê bi xebatkarên çapemeniyê re hatin bahev. Namzeta Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, diyar kir ku her kes dizane HDP partiya jinane û got: "Ji partiyên dinê zêdetir hem mafê jinan diparêze û hem jî zêdetir parlementerên jin nîşan dide, dê ev zêde jî bibe."

Namzetên HDP'ê yên Amedê li Hotela Liv Suit bi xebatkarên çapemeniyê re hatin hatin bahev. Di xwarina taştê de Hevseroka HDP'a Amedê Gulşen Ozer, Hevserokê DBP'a Amedê Ali Şimşek jî amadebûn. Piştî xwarina taştê parlementerên Amedê Feleknas Uca û Îdris Baluken axivîn.

'Emê dengê xwe yê wekheviyê bilind bikin'

Feleknas Uca bilêv kir ku hilbijartina 1'ê Mijdarê ji a 7'ê Hezîranê hîn giringtire û wiha domand: "Hilbijartina 7'ê Hezîranê ji bo me gavek giringe. Me wê gava xwe bi serketî avêt û niha jî em dixwazin gava xwe ya duyemîn bi serketî bavêjin. Gel dixwest me li meclisê bibînin, lê xwînxwaran ev nedixwest û hilbijartinekdinê da pêşiya me. Yên ku di 7'ê Hezîranê de 400 wekîl negirtin, niha 550 wekîlan dixwazin, lê dê gelê me bersiva pêwîst bide wan. Dê cardin her kes bi reng, çand, ziman, bawerî û hêza xwe ve di nava HDP'ê de cîh bigirin."

'HDP partiya jinane'

Feleknas anî ziman ku HDP partiya jinane û wiha berdewam kir: "Ji partiyên dinê cuda hem mafê jinan diparêze û hem jî zêdetir jinan namzet nîşan dide û dê ev berdewam jî bike. Ez yên ku li Enqerê jiyana xwe jidest dan bi rêzdarî bibîrtînim û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim. Ji ber vê êrîşa hovane ji aliyê dewletê ve ser gelê me hatî kirin weke HDP me biriyar daye ku emê mitîngan pêkneyînin. Demek dirêje li ser Sur, Farqîn, Lîce û Bismîlê êrîş hene, emê weke parlementer li ser van bisekinin. Em di nava pêvajoyek girandenin, lê emê nekevin. Em jiyanek biromet û aştiyê dixwazin. Ji bo wê jî emê dengê xwe yê hevgirtinê bilind bikin."

Piştî axaftinan parlementeran pirsên rojnamegeran bersivandin.

(zt)