Li Hezexê jin di nobeta taxan denin

14:11

JINHA

ŞIRNEX - Ji bo ku polîs nekevin Taxa Yeni ya Hezexê jin di çalakiya nobetê denin, jinên ku daketina kolanan bi tilîlî û duruşmeyan êrîşên polîsan protesto dikin.

Di saetên serê sibê de gelek wesayîtên zirxî Taxa Yeniyê girtin bindorpêçê. Despêkê ketin û derketina taxê girtin û paşê jî hewildan bikevin taxê. Bi hewildana polîsan a ketina taxê re bi hezaran welatî daketin kolanan bi pêşengiya jinan bi tilîlî û duruşmeyan êrîşên polîsan protesto kirin. Girseya ku piranî jin bûne di kolanan de li ber xwe dan û nehêlan polîs têkevin taxan.

Ji jinan Emine Gokçe bertek nîşanî êrîşê da û got: "Em li taxên xwe polîsan naxwazin. Emê ne malê xwe biterikînin û ne jî li hemberî êrîşan bê deng bimînin. Me hemûyan jî qetilbikin emê berxwedana xwe berdewam bikin."

Berxwedana gel di nava kolanan de berdewam dike.

(ma/zt)