Endamên DBP'ê yên rastî êrîşa tîmên taybet hatin serî li ÎHD'ê dan
15:05
JINHA
WAN - Endamên rêxistina DBP'ê ya Wanê ku ji bo xebatên hilbijartina dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê dan meşandin, rastî êrîş û tundiya tîmên taybet hatin, ji bo parastina mafê serî li ÎHD'ê dan.
Endamên rêxistina DBP'ê ya Wanê Eyup Kuas û Çimen Alturk ên ku di 16'ê cotmehê de ji bo xebatên hilbijartina dê di 1'ê Mijdarê de pêk bê çûn gundê Kurubaşa yê navçeya Erdemîtan a Wanê. Wesayîta ku Eyûp û Çîmen tê debûn ji aliyê tîmên taybet ve tê rawestandin û êrîşî wan dikin. Li ser vê yekê Eyûp û Çîmen ji bo parastina mafê xwe bi daxuyaniyek serî li Komeleya Mafê Mîrovan dan. Daxuyanî bi tevlîbûna Parlamentera Wanê Tugba Hezel û Serokê ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet li salona Şaxa ÎHD'ê pêk hat. Serokê ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet li ser êrîş û tundiya tîmên taybet axivî û diyar kir ku ev nêzîkatiya ku tê meşandin parçeyek ji komsepta şer e. Murat destnîşan kir ku ew wek parêzvanê mafê mirovan êrîşên bivî rengî tu carî qabûl nakin û dê giliyê bikin.
'Di kesayeta me de gef li hemû gelê me hatiye xwarin'
Endama BDP'a Wanê Çîmen Alturk jî di daxuyaniyê de qala êrîş û tundiya li ser wan kir û ev tişt ragihand: "Dema ku em ji bo xebatên hilbijartinê çûn gund, ji aliyê tîmên taybet ve hatin rawestandin û gef li me xwarin. Demanceyê xistin mejiyê me û heqaretê li me kirin. Armanca wan ew e ku çavên me bitirsînin û me ji xebatên hilbijartinê dur bikin. Di rastiya xwe de ev êrîş ne tenê li ser me ye. Di kesayeta me de gef li hemû gelê me hatiye xwarin."
Parlemantera Wanê Tugba Hezer jî got ku xebatên hilbijartinê wek hemû partiyên siyasî mafê HDP'ê ye jî lê mixabin ku hikûmeta AKP'ê vê yekê qabûl nake û her roj li ser gel û xebatkarên wan êrîş dide meşandin.
Pîştî daxuyaniyê Çîmen û Eyûp ji bo mafê xwe serî li ÎHD'ê dan.
(ho/zt)