Li Farqînê êrîş zêdebûn gelek birîndar hene

15:52

JINHA

AMED - Li Farqîna di roja 2'emîn de qedexeya derketina kolanan berdewam dike şer giran bû, gelek birîdar hene. Welatiyên ku xwestin birîndaran ji taxa Mescitê bibin taxa Konakê ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin gulebaran kirin.

Li navçeya Farqîna Amedê di roja 2'emîn de qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Ji serê sibê de her diçe êrîş û gulebaran zêde dibe. Bi saetane tîmên tayîbet bi wesayîtên zirxî Taxa Mescitê gulebaran dikin. Gelek welatî di gulebaranê de birîndar bûne. Welatiyên ku xwestin birîndaran ji Taxa Mescit bibin Taxa Kobanê ji aliyê tîmên tayîbet ve hatin gulebaran kirin. Welatiyan bi çalakiya deng derxistinê êrîş protesto kirin. Ji navçeyê dengê duruşmên weke "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Farqînê" bilind dibin.

Li gorî agahiyên hatin girtin nayê zanîn li kîjan taxê lê wesayîtek zirxî hat rewşa neyê karanîn û ji nava taxê kişandin derxistin. Bi şidetbûna êrîşan re xetên înternetê jî hatin girtin. Ji duh heya niha taxên Tekel, Mescit û Konak ên dibin dorpêçê de av û ceriyana wan tineye, li navçeyê welatî zoriya av û xwarinê dijîn.

(sg/zt)