Bi pêşengiya HDP'ê li Colemêrgê meş hat lidarxistin

17:26

JINHA

COLEMÊRG - Bi boneya şermezarkirina operasonên qirkirina siyasî li Colemêrgê bi pêşengiya HDP'ê meş hat lidarxistin.

Ji bo şermezarkirina operasonên qirkirina siyasî bi pêşengiya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ê li Colemêrgê meş hat lidarxist. Dayîkên Aştiyê, HDP, DBP û KJA jî beşdarbûn. Di meşê de pankartên weke "Êrîş û binçavkirin me na êxin" hatin rakirin û duruşmên "Berxwedan jiyane" hatin bilindkirin. Meşa ku ji ber avahiya DBP'ê despêkir li ber avahiya şaredariyê bidawî bû. Piştî meşê Hevserokê HDP'ê yê navenda Colemêrgê Metin Besi axivî û got: "Piştî hilbijartinan hikumeta AKP'ê serketina HDP'ê tehmul nekirin û dest bi operasonên qirkirina siyasî kirin. Hem me qetildikin û hem jî operasonên girtinê berdewam dikin. Lê bila baş bizanin emê li hemberî wan serî nedanin û heya dawiyê li ber xwe bidin."

Piştî axiftina Metin Hevserokê Navenda DBP'ê Husnu Raofoglu daxuyani xwend.

Piştî xwendina daxuyaniyê bi duruşman meş bi dawî bû.

(zyd/zt)