'Ji ber me soz dabû jinên Cizîrê em li Enqerê bûn'

12:09

JINHA

STENBOL - Ji şahidên qirkirina Enqerê Nebile Irmak Çetin got: "Ji ber me soz dabû jinên Cizîrê em li Enqrê bûn. Jinên Cizîrê şahidî ji hovîtiyek mezin re kirin. Em li hemerî wê hovîtiyê bê deng nediman. Ji bo wan û hemû gelên herêmê anîna aştiyê em li mitînga aştiyê ya enqerê bûn. Dema ku em ji bo aştiyê çun Enqerê li aştiyê xistin."

Seroka Şaxa Karkerên Sendikaya Genel-Îşê Nebile Irmak Çetin di qirkirina Enqerê de tiştên dîtî vegot. Nebile destnîşan kir ku beriya qirkirinê bi rojekê ew bi 100 wesayîtan ji bo mitîngê ketin rê û wiha domand: "Di rê de bi ti awayî ji aliyê polîsan ve em nehatin rawestandin. Herî zu em çun li wê. Ji ber ku di tevahiya rê de qet qontrolên polîsan çênebûn, em difikirîn ku em hatine cihek şaş. Paşê hêdî hêdî gel ber bi qadê ve herikîn. Em li devera ku teqîn pêkhatî bû, hevalên me yên ji HDP Stenbolê hatibûn hebûn, me hev dît, hev hembêz kir û em di peyîvîn. Paşê roj derket em hinek germ bûn. Hewa gelek xweş bû, tam jî hewayê xizmeta aştiyê bike hebû."

'Li ser me goştê mirovan ketibûn û bi me ve pijiyabûn'

Nebile da zanîn ku li derdora wan hîna tejî ne bûyî bû, ew ber bi cihê DÎSK'ê ve çun û wiha berdewam kir: "Hêdî hêdî girse komî ser hev bûn. Despêkê welatiyên ji deverên cuda hatîn bi pankartên xwe li cihê em lêbûn dixwiyan. Paşê em neçar man hinek ji cihê wan derkevin. Ji ber ku her kes diçun cihê xwe em jî dibeziyan pêşiyê. Hema dengê teqînê hat û cadeya di bin me de dihejiya." Nebile bilêv kir ku di nava cihê ew lê û cihê teqînê de 100-150 metre hebû û wiha dom kir: "Ji ber em li paş mabûn, şansê em li pêşiya xwe binêrin hebûn. Hema li peyî wê teqînek din çêbû. Li gel em dur jî bûn ji ber şideta teqînê erd dihejiya. Em tirsiyan û me panîk kir. por û goştê mirovan li ser me diketin. Ne gengaze em vê ji bîr bikin. Ez yek ji wan dîmenanim, nikarim rakevim."

'Palîs di pozisyona êrîşê de li benda me bûn'

Nebile anî ziman ku piştî teqînê ji bo alîkariya hevalên xwe wan xwe gihand cihê bûyerê û wiha pêde çu: "Piştî teqînê dema ku me xwest em xwe bigihînin cihê bûyerê polîsan pêşiya me girtibûn. Polîs di pozisyona êrîşê debûn. Bi jopên xwe polîs weke ku mudaxeleyî mitîngê bikin ne dixwiyan, weke pîlanek amade û ew li bendê sekinîbin dixwiyan û destur nedidan çuna me. Bi gaza îsotê alîkarî dayîna me ya hevalên me asteng dikirin."

'Dewlet li wê bû qirkirin li ber çavê dewletê çêbû'

Nebile diyar kir ku li gel teqînên dinê yên çêbûne jî ew bê teredut çuye mitîngê û wiha pêde çu: "Enqere bajarê Tirkiyê yê herî bi ewle tê zanîn. Li paytexta Tirkiyê em ne li benda tiştek wiha bûn. Paşê em hînbûn ku em li wêderê dibin çavdêriya dewletê debûn. Qirkirin jî li ber çavê dewletê hat kirin."

'Me soza emê aştiyê bînin dabû jinên Cizîrê...'

Nebile bilêv kir ku beriya mitînga şatiyê ya Enqerê ew li herêmê şer lê berdewam dikin geriyan, şahidî ji gelek bûyeran re kirin û ji jinan re diyar kiribûn ku dê li gel wan bin û wiha got: "Ji bo ku qirkirina li Cizîrê hatî kirin bibînin û xwe li gel wan jinên li wê di nava êrîşan de li ber xwe dane bibînin em weke jinên DÎSK'ê çun Cizîrê. Roja me çun em li nexweşxanê li benda cenazê hevalek xwe ya jiyana xwe ji dest dayî Mulkiye bûn. Dema ku em li ber nexweşxanê jinên Cizîrê hatin gel me. Li wê 22 can hatin qetilkirin. Jin bêyî ser vê rawestin di gotin pişîk û kevokên me qetilkirin, em bi vê hestiyarbûna wan gelek êşiyan. Ji bo ku em moral bidin wan me jî got emê biçin Enqerê roja şemiyê bi partiya kedê re mitînga aştiyê lidarbûxin û aştiyê bixwazin û em sozê didin we emê aştiyê bînin vî welatî. Lê Enqerê li aştiyê xist."

'Dema ku aştî nebe jiyan jî nabe'

Nebile wiha berdewam kir: "Bedelê wê çî dibe bila bibe emê aştiyê bînin û soza ku me dayî emê bînin cîh. Bi îsrar emê ji daxwazên xwe yên aştiyê gavê paşde ne avêjin. Dema ku li vî welatî aştî nebe ked jî nabe. Ji ber wê jî emê dest ji daxwazên xwe yên aştiyê bernedin. Ji bo wê jî 1'ê Mijdarê zayîneke. Ji bo împeratoriya tirsê ya AKP'ê ser gel avakirî şikandinê û bidawîkirina qirkirinan divê di 1'ê Mijdarê de ya dikeve ser melê me em bînin cîh. Soza me ya ji bo hevalên me yên di vê rêyê de çune dê aştî bê vî welatî, dê aştî bê vî welatî."

(zt)