Di rapora otopsi ya Hêlîn a 12 salî de nîşanên pirsê

15:59

JINHA

AMED - Di rapora otopsiya Hêlîn Hasret Şen a (12) ku di 10'ê cotmehê dema qedexeya derketina kolanan li navçeya Sur a Amedê bi gulebarana polîs û tîmên taybet jiyana xwe ji dest da de derket holê ku ji dur ve gule hatiye bi serê wê ketiye.

Di rapora otopsiyê de nakokî û xeletî hene. Hêlîn a ku di roja 4'an a dema qedexeya derketina kolanan de ji ber li malê nan nemayî ji bo ji firinê nan bistîne derket derve li ser riya mala xwe ya li taxa Hasirliyê ya navçeyê ji aliyê polîsan ve hat gulebarankirin. Li gorî şahidan ji ber astengiya polîsan ambulans seat û nîvek şûnde hatiye cihê bûyerê û Hêlîn birine nexweşxaneyê.

Li Surê dema qedexekirina derketina kolanan hatibû îlan kirin di roja 10'ê Cotmehê Hêlîna 12 salî bi gulebarana polîs û tîmên taybet jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de nakokî û xeletî hene. Li gorî raporê hinceta mirina Hêlîn wiha dinivisandiye: "Guleyek ji dûr ve bi awayekî ku bibe hinceta mirinê li serê şexs ketiye. Di serê şexs de gule nehatiye dîtin. Mirina şexs ji ber guleya ku ji serê xwe girtiye û bi vê yekê hestiye serê wê şikestiye, pê re xwîn rijiya ser mejî wê û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye."

Li gorî nûçeya DÎHA' yê rapora otopsiyê ya ku apê wê Muharrem Şen jî dibêje; "Min li ser otopsiyê îfade nedaye", bi awayek fermî wiha derbas dibe: "Keça ku a niha min di huzura we de lê nerî keça birayê min Ekrem, Hêlîn Hasret Şen e. Navê bav Ekrem navê dayika wê Nazmiye ye. Min ew teşhîs kir û ew keça birayê min e. Tevî ku gelekî baş agahiya min ji bûyerê nîne jî bi qasî ku min bihîstiye, îro di saetên nîvro de dema ku li malê tenê bû, bi çekê întîxar kiriye (dawiyê bi gotina, ji ber nivîsa berê li ser maye ev hevok hatiye xêzkirin). Haya min bi vî rengî ji bûyerê heye. Ez dixwazim ku destûra definkirina wê bê dayîn."

Balkêş e ku îbareya beşa întîxarê ku karmendê otopsiyê wek e "întîxar" nivisandiye ser wê hatiye xêzkirin. Wisa xuya dike ku karmendê otopsiyê dema wê nivisandiye li ser nerazîbûna parêzeran hatiye sererastkirin û bi ser xêzkirinê xwestiye rast bike. Xeletiya din jî li gorî parêzer û malbata Şen ew e ku di rapora ku li ser îfadeya Muharrem Şen hatiye nivisandin. Muharrem diyar kir ku ew tevlî otopsiyê nebûye û îfadeyeke bi vî awayî nedaye.

Li gorî raporê hinceta mirina Hêlîna biçûk wisa ye: "Guleyek ji dûr ve bi awayekî ku bibe hinceta mirinê li serê şexs ketiye. Di serê şexs de gule nehatiye dîtin. Mirina şexs ji ber guleya ku ji serê xwe girtiye û bi vê yekê hestiyê serê wê şikestiye, pê re xwîn rijiya ser mejî wê û ji ber vê jiyana xwe ji dest daye."

(ha/zt)