Li Farqînê 3 kes hatin binçavkirin
19:13
Cotmeh
20
/ 2015
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ya Amedê biryara qedexebûna kolanan didome û 3 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Êrîşên polîs û tîmên taybet ên li navçeya Farqînê ya Amedê yên li hemberî gel berdewam dikin û li navçeyê 3 kes hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan ciwanê bi navê Şehmus Hatîpoglu (18) û ji ber ku guhdariya qedexeya kolanan nekir li kolana Camî, Mîkaîl Gulmez (21) jî di kontrola rê de bi hinceta biryara lêgerîna wî heya hat binçavkirin.
Ligel van du kesan ciwanekî din ê ku navê wî nehat zanîn hat binçavkirin.
(sg/zt)