'Projeya xweseriya demokratîk wê li tevahî Suriyê belav bibe'
09:26
Ebîr Ehemad/ JINHA
HESEKÊ - Asayîşên Jin ên bajarê Hesekê derbarê avakirina13 Hêzên Suriyê ên Demokratîk de nirxandin kirin û diyar kirin ku, avabûna Hêzên Suriyê ên Demoktatîk di encama berdêl û berxwedana şervanên YPJ/YPG'ê pêk hatiye û gotin: "Li Rojava avakirina hêza hevbeş gavek dîrokiye. Projeyên xweseriya demokratîk a ku li Rojava bi pratîk tê wê li tevahî Suriyê belav bibe."
Asayîşên Jin di derbarê îlankirina Hêzên Suriyê a Demokratîk de nirxandin kirin. Endama Asayîşa Jin Rûxaz Xelf avakirina Hêzên Suriyê a Demokratîk li tevahî gel pîroz kir û wiha got: "Ji bo çareseriya aloziyên Suriyê avakirina vê hêzê gelek girînge. Bi vê hêzê re dê yekîtiya gel a demokratî bi hêz bibe û pirsgirêkên şer ên welat bên çareser kirin. Êdî li Rojava û Suriyê têkoşîna yekbûna hêzan dest pêdikê."
'Ji yekbûna hezan serkeftin mezin hêvî dikin'
Zeyenb Ehemad jî wiha got: "Ev yekitî wê gel ber bi civakekî bi bîr û bawerî ve bibe. Ji ber ku armanca me nirxên civakê ên ku bi destê desthilatdaran hatî çewsandin zindî kirine li Rojhilata Navîn. Projeya Xweseriya Demokratîk wê bibe nefes ji civakê re. Li Suriyê ji ber hêzek wiha hevbeş cara yekeme tê avakirin, wê li dijî hêzên tarî têkoşîn bidin û vîna gel wê bi serbikeve. Di dewî da ji zeyneb ji bo avakirina hêza Suriyê a demokratîk serkeftin xwast û got: "Avakirina hêza hevbeş gavek dîrokiye. Projeyên xweseriya demokratîk a ku li Rojava bi pratîk tê wê li tevahî Suriyê belav bibe."
(rc)