Li Farqînê welatî kolanên xwe yên bê elektirîk bi berxwedanê ronî dikin

10:37

Sarya Gozuoglu / JINHA

AMED - Li Farqînê qedeqeya derketina kolanan kete roja 4'an, li taxên Tekel, Mescit, Konak û Selahattin malên nehatîn gulebarankirin nemane, topek bi mizgefta Hacı Ramazan ket û hilewşiya. Li navçeyê texrîbatên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê kirî tê hişê mirovan.

Li Farqînê qedeqeya derketina kolanan kete roja 4'an, li taxên Tekel, Mescit, Konak û Selahattin malên nehatîn gulebarankirin, rastî bombeataran û roketan nehatîn nemane. Li van taxên êrîş giran tê kirin de bombebaran, avêtina top û roketan de gelek mal û cihên kar hatine rewşa êdî neyên karanîn. Li taxên vegeriyayî xirabeyan ji bo ku welatî xwe ji gulebarana sekvanan biparêzin li ser kolanan perdeyan radixin û dibin de diçin û tên. Polîs û tîmên tayîbet di dema êrîşan de despêkê bi roketan trafo û dîrekên ceriyanê anîn rewşa neyên karanîn. Welatî kolanên xwe yên bê ceriyan bi berxwedanê ronî dikin. Boriyên avê yên gelek malan ji aliyê sekvanan ve hedef hatin girtin û hatin şikandin. Li Taxên qedexe berdewam dike pêdiviyên mirovan ên sereke av û ceriyan naçinê. Li gel van hemû sepandinan jî welatî mal bi mal digerin, nan û ava xwe par dikin. Di parkirina xwarin û avê de zarok bîdonên avê li ser milê xwe digerînin.

Mizgeft xirakirin

Êrîşên ser sazumaniyên oliyên weke mizgeft, cem evî û goristanan berdewam dikin. Li Taxa Tekelê jî Mizgefta Haci Ramazan a li ser Cadeya Îsmail Beşikçi bi topên hewanê yên ji Fermandariya Alaya Jandarmayan û Muduriyeta Kevin a Farqînê de tên avêtin hat hilweşandin. Ji ber roketan gelek mal texrîb bûne û gelek mal jî ji ber topên hewanê xirabûne. Dikan, çaxane û malên li ser rêya Tekelê hatine texrîb bûn û derê wan hatine parçekirin. Gelem malên rastî gulebaranê hatine derdikevin ber çavan.

Êrîş û berxwedan mezin dibe

Dema ku êrîş ser taxan zêde dibe berxwedan jî mezin dibe. Jin û zarok ji taxên tejî ji sekvanan cuda nabin. Li hemberî êrîşan berxwedana gel mezin dibe. Wesayîtên zirxî û kepçeyên hatine texrîbkirin jî ji aliyê hêzên tayîbet ve ji nava kolanan tên derxistin. Parçeyên wesayîta zirxiya ku di teqînê de parçebûyî li Taxa Tekelê tê dîtin.

(sg/zt)