Li Geverê gel bi barîkatan xwe diparêze

12:10

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê gel li hember êrîşên polîs û leşkeran bi kolana xendek û avakirina barîkatan li berxwe didin.

Li navçeya Gever a Colemêrgê piştî rêveberiya xweser hat îlan kirin, êrîşê polîs û tîmên taybet bê navber didome. Li taxa Cumhuriyet, Orman û Eskî Kişla gel ji bo parastina xwe ji çeteyên AKP'ê dest bi kolana xendekan û avakirina barîkatan kirin. Berxwedana ku jin pêşengiya wê dike, dibe çavkaniya tevahî gel. Jinên ku parastina taxê dikin diyar kirin ku, heya berxwedan û parastin gel bi sernakeve ew ê dev ji têkoşîn xwe bernedin.

(zyd/rc)