'1'ê Mijdarê wê bi serketina bloka demokratîk tacîdar bibe'

13:21

JINHA

BEHDÎNAN - Endama Komîteya Serokatiyê ya KCK'ê Zaxo Zagros got: "Em bawerin; çawa ku gelê me li Lice, Cizîr, Nisêbînê berxwedaneke mezin nîşan da, çawa ku hêzên demokratîk serî netewand û serketina neteweya demokratîk parastin, di 1'ê Mijdarê de jî wê serketina 7'ê Hezîranê bi serketineke mezintir tacîdar bibe."

Endama Komîteya Serokatiyê ya KCK'ê ragihand, ku serketina gelan a 7'ê Hezîranê derbeke mezin li hêzên faşîst xistiye û got, "Li ser navê gelan, derbek mezin li pêkhateyên bloka paşverû ya faşîst li DAIŞ û hikûmeta AKP'ê hatiye xistin." Zagros da xuyakirin ku ji ber vê yekê AKP êrîşî gelan dike û got, "Ji tinekirina vê serketina hêzên demokratîk, netewe dewlet û hêzên paşverû êrîşeke mezin dan destpêkirin. Ev êrîş beriya her tiştî li hemberî Rêber Apo, tevgera me, derdorên demokratîk û gelê me hatin kirin.

Berxwedana gelan a li hemberî van êrîşan tê nîşandan, berxwedaneke bi rûmetê ye. Gerîla lehengiyeke mezin nîşan da. Ev êrîş hemû hatin pûçkirin û negihaştin armanca xwe. Ev şerê qirêj ê ku AKP'ê li dijî gelên demokratîk da destpêkirin, negihaşt armanca xwe. Em bawerin; çawa ku gelê me li Lice, Cizîr, Nisêbînê berxwedaneke mezin nîşan da, çawa ku hêzên demokratîk serî netewand û serketina neteweya demokratîk parastin, di 1'ê Mijdarê de jî wê serketina 7'ê Hezîranê bi serketineke mezintir tacîdar bibe.

Bi serketina 1'ê Mijdarê re wê neteweya demokratîk bi ser bikeve. Di 7'ê Hezîranê de AKP ji desthilatdariyê ket. Em bawer in ku gel wê di 1'ê Mijdarê de jî serketina neteweya demokratîk li Tirkiyeyê îlan bikin. Di heman demê de wê di 1'ê Mijdarê de serketina neteweya demokratîk û bloka demokratîk were ragihandin. Di 1'ê Mijdarê de wê HDP weke hilbijartiya gelên demokratîk derkeve holê. Banga me li hemû gelan ew e ku nîşanî hemû dost û dijminan bidin, ku ne Pirsûs, ne Enqere, ne Cizîr, ne jî Nisêbîn ti komkujî nikare pêşî li meşa me ya azadiyê bigirin. Li ser vê bingehê divê her kes xwedî li berpirsyariya xwe derkeve. Me hemûyan gelek berdêl dan. Di serî de komkujiyên Amed, Pirsûs û Enqereyê, ji bo bîranîna mirovên di vê demê de şehîd ketin, ji bo bîranîna zarokên me yên li nava kolanan hatin qetilkirin, di 1'ê Mijdarê de divê em xwedî li rûmet û sindoqê derkevin û bersiva herî mezin bidin. Bi ruhekî mezin ê seferberiyê re li ser bingeha serketina gelan û demokrasiyê, wê di 1'ê Mijdarê de serketineke mezin bi dest bikeve."

(rc)