'Gelê Kurd gelek Toros û tankê we dîtiye'
14:42
JINHA
ŞIRNEX - Hevseroka giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag di çarçoveyê xebatên hilbijartinê de, bi saziyên sivîl û gelê Şirnexê civiya. Figen wiha got: "AKP'ê bi Torosên sipî gef li gelê Kurd dixwe. Gelê Kurd heya niha gelek caran Toros û tankê we dîtiye. Hun nikarin gelê kurd wiha bitirsînin."
Hevseroka HDP’ê Figen Yuksekag di çarçeveya xebatên hilbişartinê de hat Şirnexê . Figen li Salona Konferansê a Şaradariyê bi sazîyê sivîl ên civakê û bi gel re civiya. Bername li Salona ku bi alê HDP’ê hatibû xemilandin ji bo şehîdên demokrasî û aşitiyê deqeyek rêzgirtinê despê kir. Hevserokên Meclisa Gel a Şirnexê, Parlementerê HDP’ê Leyla Birlik, Aycan İrmez, Ferhat Encu, Faysal Sariyildiz, Hevserok û teşkilatê HDP’ê û DBP’ê navenda Şirnex û navendê wê, Aktivistên KJA’yê, Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevseokê Şaradariyê Naven û navçeyan û gelek saziyên sivîl tevlî bûn.
Piştî rêzgirtinê Hevseroka giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag axivî. Figen diyar kir ku gelê Şirnexê di hilbijartinê 7’ê Hezîranê de 4-0 bi ser keftiye û ew li ber îrada gelê Şirnexê bejna xwe di tewîne û wiha domkir: "Parlementerê ku we bi îrada xwe hilbijartin şuna bi xebatên aborî, çandî û civakî re mijûl bibin, li Enqerê xebatê siyaseta demokratîk bidin meşandin, bi birîndar û merasîmên cenazeyan re mijûl dibin. Li qadê berxwedanê ne."
‘Xweserî wek Şîrê dayîkê li me helal e’
Figen axaftina Serokkomar ya li Wanê bi bîr xist û diyar kir ku dewlet bi Torosên sipî gef li kurdan dixwe û wiha got: "Ev gel Torisê we jî dît tankê we û topê we jî dît. Serokwezir bi aweyekî vekîrî li Wanê gel tehdît kir û got ku eger hûn AKP’ê bînin xwarê wê JİTEM têkeve dewrê." Figen got ku AKP’ê li dijî gelê Kurd şer îlan kiriye û xweseriya demokratik dikin hincet û wiha pêde çû: "Xweseriya dayîkê weka şîrê dayîkê li me helal e. We rêya siyasetê ji gel re girt. Gelê Şirnexê da nişan dan ku demokrasî ji herêmê were ava kirin. Sekna gelê Şirnexê seknek piroz e ez li ber sekna we bejna xwe di tewînim."
‘Ew ê ji sindoqan demokrasi derbikeve’
Figen desnişan kir ku ew gef li tu kesî naxwin û ew tenê ji bo jiyanek azad û bi rumet deng ji gel dixwazin û wiha got:” Eger jiyanek xweş pêk neyê em ê çibikin ji deshilatdariyê em daxwazê gelê dixwazin. Eger em bi serbikevin wê ji bo jiyanek nû derfetê me çêbibe.”Figen şexsiyata Lokman Birlik de hemû kehramanê gel silav kir û wiha got: "Ez jinên ku pêşengitiya berxwadanê dikin silav dikim ez ciwanê ku rumata me ne silav dikim. "Figen got ku sindoqên hilbijartinê deshilatdara anîye ber wan û ew ê ji vê sindoqan demokrasî derbikeve. Figen got ku diktator wenda dikin lê gel wenda nakin.
Piştî axaftinê Figen esnafên Şirnexê û malbata Hacî Lokman Bîrlîk ê ku bi aweyekî hovane hatibû qetilkirin ziyaret kir. Fîgen piştî piştî ziyaretên xwe dê biçe Cizîrê.
(ma/rc)