Dadgehê daxwaza RJAK'ê ya ji bo wergirtina cenazeyê Sinor pejirand
14:52
JINHA
SILÊMANÎ - RJAK'ê ji bo ku cenazeya Sinor werbigire, cara duyemîn serdana dadgeha giştî ya bajarê Silêmaniyê da. Dadgehê daxwaza jinan pejirand ku bi alîkariya Şaredarî û polîsê Silêmaniyê cenazeyê Sinor were veşartin.
Îro serê sibê seat 10:00'an Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistan (RJAK)'ê ji bo cara duyemîn daxwaznameya ji bo wergirtina cenazeyê Sinor pêşkêşî dadgeha bajarê Silêmaniyê kirin çûn dadgehê. Di serî de hêjmarek ji jinan li ber deriyê dadgehê daxwaznameya xwe ji raya giştî re eşkere kirin û paşê çûne avahiya dadgehê û radestî dozger kirin.
Di daxwaznameya RJAK'ê de hat gotin ku jina 21 salî Sînor 2.10.2015 li parka Dayîk li ber çavê xelkê ji aliyê bavê wê ve hatiye qetilkrin û wiha hat gotin: "Li gel vê jî ji wê demê ve heta îro cenazeyê Sinor li morga Silêmaniyê tê ragirtin û kes xwedî lê dernakeve."
Di daxwaznameya xwe de RJAK'ê diyar kir ku ew amadene xwedî li cenazeyê Sinor derbikevin û bi merasimekê bispêrin axê. Di daxwaznameyê de tê gotin ku beriya niha jî wek RJAK serdana dadgehê kiribûn lê bersivek ji wan re nehatiye dayîn û tê xwestin ku cenazeyê Sinor radestî wan were kirin.
Piştî xwendina daxwaznameyê şandeyek li ser navê RJAK'ê ji bo ku daxwaznameya xwe pêşkêşî dozger bikin, çûne avahiya dadgehê. Di hevdîtina nêzî seatekê ya jinan bi dozger re, dadgehê biryara wan ya xwedî derketina ji Sinor perjirand.
Li gor vê yekê wê di rojên pêş de cenazeyê Sinor radestî RJAK'ê were kirin. Herwiha Şaredarî û polîsê Silêmaniyê jî ji wan re bibe alîkar. Piştî bidawî hatina kar û barên hiqûqî wê cenazeyê Sinor bi merasimek taybet ji aliyê jinan ve were veşartin.
(ge-şb/rc)