Gulîşan Kerkûkî: Nebûyîna îrade asta şîdeta ser jin zêde kiriye
09:20
Hesret Amed/JINHA
SILÊMANÎ - Derbarê kar û xebatên rêxistinî ên jinên Başûrê Kurdistanê endama Rêxistin Azadîxwazê Jinên Kurdistan (RJAK) Gulîşan Kerkûkî nirxandin kir û got: "Dema ku jin dikeve ferqa rastiyê dexwazê wan ji bo perwerdê hîn zêdetir dibe. Ji ber jin pêdiviyê xwe bi perwerdê dibîne."
Gulîşan Kerkûkî derbarê pirsgirêkê ku jinên Başûrê Kurdistanê dijîn de wiha got: " Pirsgirêka jin li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka herî sereke ye. Bingehê wê ji hin pirsgirêka sîstema Başûr digre. Pergalekî ku hem di warê zihnî hem jî di warê siyasî de dûrî azadî û wekheviyê ye. Li ser hêmayên çanda desthilatiyê xwe avakiriye. Dûrî çanda demokrasî û azadiyê ye. Her çiqas di salên dawî de xebatên rêxistinî ên jin pêk hatibe jî, lê di warê bûyîna îrade kêm maye. Sazî û dezgehên ku jin cihê xwe di nav de digre weke sembole, di warê rêxistinbûn û avakirina perspektîfa jina azad de kêm maye.
'Nebûyîna îrade bingeha şîdeta li ser jin zêde kiriye'
Gulîşan destnîşan kir ku ji ber jin xwe bi rêxistin nekirine li başûr şîdet û desthilatdariya mêr li ser jin zêde bûye û wiha pêde çû: "Ji ber ne rêxistinbûna jinan, mêr zordestî û desthilatdariyê xwe li ser jin zêde kiriye. Niha jin dema ku dixwaze têbikoşe, li hember êrîşan parastina xwe bike û fikir û ramanê xwe bi civakê re parve bike rastî êrîşê destihatdariyê tên. Ev yek têkoşîna jina lewaz dike. Ji xwe armanca van êrîşan vîn û berxwedaniya jin li dijî pergala desthilatdar şikandine. Sîstema kaptalîzim tenê di milê, fîzîk, şekil û şemal de li jinê meze dike. Dema ku hin nîqaş ji bo azadiyê pêşdikevin tenê bi tiştên biçûk û basît têne îqna kirin, lê di milê fikir, raman, azadî û hwd tu xwastekên wan zû bi zû dernakevin pêş."
'Saziyên jina herî zêde li Başûrê Kurdistanê heye'
Gulîşan wiha domkir: "Rêxistinên jin li Başûrê Kurdistanê ji her sê parçê din zêdetirin, lê ev rêxistin ne serbixwe ne. Her hinek ji wan girêdayi hin ciha ne, ji ber wê pirsgirêka bingehîn di hêla têkoşînê de ye. Di nav van saziyan de hêz, bawerî û îrada jinê derxistina pêş kêm dimîne, ji ber ku fikr, raman û pêwîstiyê jinê esas nagirin. Ji ber ku ev sazî ne serbixwene, nerîna jinê dernakeve pêş, yên berpirsiyarên van saziyan e şûna wan biryara wan digirin, wê demê biryar dîsa dibe ya zilamê serdest. Dema ku pirsgirêk tên jiyîn ev sazî nikarin bibin bersiv, ji ber hin kesên din şûna wan biryara digirin. Ya ku nahêle jin li Başûrê Kurdistanê bibe xwedî hêz û bawerî ev nêzîkbûnin. Ji ber ku hevgirtinek di nav wan de nîne. Ev bingehê xwe ji dîrokê digire her tim vîna jin hatî perçiqandin."
'Bi perwerdê re jin dê bikeve ferqa hebûna xwe'
Gulîşan da zanîn ku ew girîngî didin xebatê perwerdê a jinan û wiha pêde çû: "Em weke tevgera RJAK'ê li Başûrê Kurdistanê têkoşîneke me didome. Bi taybet giringî dayina perwerdê, hêz û îradeya jinê derxistine pêş e. Ji ber ku pêwîstiya jinê bi perwerdê heye, ya girîng jî ew e ku jin bi riyê perwerdê di warê firkir, raman, bîr, bawerî û îrade yê de xurt bûne. Bi riya perwerdê re jin dê bikeve ferqa hebûna xwe. Tevî ku jin bi gelek zor û zehmetiyan re rû bi rû tê di heman demê de xwestek û daxwazên wan bihtir dibe. Em weke rêxistin tenê bi perwerdekirina jinan re sînordar namînin. Di heman demê de ji bona ku em bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin bi sazî û rêxistinên jinan re hevdîtin û nîqaşên ji bo çareserkirina pirsgirêka jin pêşdikevin. Bi daxwaz û têkoşîna jina heya astekê hatiye, lê hîn gavên xwurtir û girîngtir pêwîst in.
Gûlîşan wiha bang li tevahî jinên cîhan û başûrê Kurdistanê kir: "Divê li dijî êrîş û şîdetên ser jin hemû jinên cîhanê û başûrê Kurdistanê bibin yek û di bin siya tevgera azadiya jin de bicivin. Asta ku jina Kurd îro gihêştiye ji tevahî cîhanê re bûye mînak. Ev bi keda fikir û felsefeyê Rêber Apo pêk hat. Kela dilê jina bûye weke agir her ku diçê ev agir gurtir dibe."
(rc)