Ntalî Mcgairy: Jinên Rojava buye çavkaniya jinên Skotlenda yê

09:21

Delîla Bagok/JINHA

DÊRIK - Komek jinên Skotlenda yê bi armancê şopandina xebatê jinên Rojava saziyê jinan ya kantona Cizîrê ziyaret kirin. Li ser navê komê Parlementera Skotlenda yê Ntalî Mcgairy axivî û diyar kir ku, ew pêşengiya jinên Rojava di înşakirina jiyana xweser a demokratîk girîng dibînin û got: "Em ji berxwedana şervanên YPJ'ê moral digirin û modela jiyana nû wek jinên Skotlenda yê esas digrin."

Komek jinên Skotlenda yê ku dikeve bakûrê Britanya yê jinên Rojava ziyaret kirin. Jinên ku di 16'ê Cotmehê de rêxistinên jin a Kantona Cizîrê ziyaret kirin, xebatê rêxistinî ya jinan dişopînin. Jinan diyar kirin ku armanca wan înşakirina xweseriya demokratîk a ku bi pêşengiya jinên Rojava pêk tê ji nêz ve şopandine û esas girtine. Li ser navê komê Parlementera Skotlenda yê Ntalî Mcgairy axivî û diyar kir ku ew pêşengiya jinên Rojava dişopînin. Netalî behsa asta jinên Skotlenda kir û wiha got: "Feraseta wekhevî û azadiyê li gel me gelek cuda ye. Em bi hêvîne ku modela jiyana nû a bi pêşengiya jinên Rojava tê avakirin ji bo hemû jinên cîhanê bibe mînak."

'Jin li Ewropayê hîna nekariye teoriya xwe bi jiyanî bike'

Ntalî destnîşan kir ku li Skotlenda yê hîna tu tevger teoriya azadiya jin nekiriye û got: "Di encamê têkoşîna jinên Skotlenda yê de, di sala 1993'an de mafê wekheviyê qezenç kir lê teoriyek bi rêxistin kirî ya jinan nîne. Têkoşînek ji bo jiyanek wekhev hatiye dayîn. Jin di zagonê de di milê teorî de maf bi dest xistiye, lê belê pratîkê wê pêk ne hatiye. Mînak jin û mêr heman karî dikin, lê mafê kedê jin nayê dayîn her dem kêm tê dîtin. Di warê rêveberinê de jî jin biçûk tê dîtin. Ji ber vê nekokî di serê jinan de çêdike. Lê belê li Rojavayê Kurdistanê, zanistiyê jin jinolojî pêşdikeve, teoriya jina azad û jiyanê heye. Di heman demê de têkoşîna pratîk kirinê heye. Sistema hevserokatî hatî avakirin, ji bo me ev mijarên bi wate û girîngin. Jinên Rojava bi xwazyê xwe dijîn. Ji ber vê yekê xwedî girîngiyek mezine ji bo me. Em bi hêvîne ku modela jiyana nû a bi pêşengiya jinên Rojava tê avakirin ji bo hemû jinên cîhanê bibe mînak."

'Zagona jin li Rojava bi berxwedan û pêşengiya jinên Rojava pêk hatî ye'

Ntalî diyar kir ku ew li gelek welatên Ewropayê geriya ye lê zagonên ku bi têkoşîna jin hatî avakirin ne dîtine. Ntalî wiha domkir: "Dewlet zagon ji civakêre diyar dike, jin jî dibe amûrê wan zagonan. Lê belê dema ku min derbarê jinên Rojava de lêkolîn da destpêkirin min ferqa mezin dît. Zagona jin li Rojava bi berxwedanî û pêşengiya jinên Rojava pêk hatî ye. Ji ber vê gelek girînge ji bo tevahî jinan." Ntalî anî ziman ku li cihek wekhevî hebe li wir şîdet nîne û wiha pêde çû: "Ji bo parastinê bi salane têkoşîn û xebatên me berdewam dike. Li welatên Ewropa jî li hember jinê şîdet pêk tê. Heya ku jin ji aliyê civakê ve rastî tundî, şîdet, tacîzê bê mirov nikare behsa wek heviyê bike. Mêr bi hêzê fîzîkî heye, lê belê jin bi vîna xwe çand û zagonên ehlaqî ên civakê ji dîrokê heya roja îro parastiye. Jin bi têkoşîna xwe hebûna xwezayî parastiye, ji ber vê yekê divê em xwedî li nirxên berxwedanê derên û xwe nespêrin paşverotiyê civaka ku bi zîhniyeta mêr hatî avakirin."

'Pêşengiya jinên Rojava dê ji cîhanê re bibe hêvî'

Ntalî wiha got: "Li Skotlendê ji sedî 36 jin cihê xwe di meclîsê de digrin, li İngiltere yê ji sedî 27 jin cihê xwe di meclîsê de digre. Ez wek parlementerek jin di nava xebatê de zîhneyetê mêr bi aweyek zelal dibînim. Ji ber ku jin xwe li Ewropayê bi rêxistin nekirine her dem dibin hedefê mêr. Lê belê li Rojava xebatê înşakirina jiyana nû bi pêşengiya jinan tê kirin. Jin civînên xweser çêdikin, bername û projeyê xebatê didin pêşiya xwe û li gorî wê dikevin tevgerê." Ntalî di dawiyê de bal kişand ser tevgerên femînizmê û wiha got: "Tevgerên Femînzimê di salên 1978'an de avabû, her çiqas hewldan hebe jî lê encamekî ku xizmeta tevahî jinan bike nekir. Dijberê wê jin bê qîmet hat kirin. Divê tevgerên jin ên Skotlendayê sûdê ji bîrdozî û modela jiyana nû ên jinên Rojava bigirin. Hêviya min bi pêşengiya jinên Rojava heye ku modela jiyana ku neqişandiye bibe mînak ji tevahî cîhanê re. Em ji berxwedana şervanên YPJ'ê moral digirin û modela jiyana nû wek jinên Skotlenda yê esas digrin."

(rc)