Elif Zavar: Ya ku mirovan tîne bahev wijdana Cizîrê ye

10:30

Duygu Erol / JINHA

ENQERE - Elif Zavar ya ku li gel keça xwe di qirkirina Enqerê de birîndarbûyîn û 13 salin tekoşîna mafê mirovan dide got: "Ya ku mirovan tîne bahev wijdana Cizîrê ye. Cihê ku lê mame ezê tekoşînê berdewam bikim. Bila ne fikirin ku emê paşde biçin û dest jê berdin."

Yek ji şahida qirkirina Enqerê Elif Zavar a ku li gel keça xwe di qirkirinê de birîndarbûyîn tiştên jiyan kirin û dê ji niha û şon de çî bikin nirxand. Elif 13 salin aktîvîsta mafê mirovane û di heman demê de Mudura Karê Nivîsê ya berê ya Kovara Odak bûye. Hevsera Erol Zavar ê ku 15 salin girtiyê siyasiye li Hijmara 1 a Tîpa F a Girtîgeha Sincanê tê girtin Elif Zavar li her derê di nava tekoşînê dene. Elif li gel keça xwe ya 16 salî di nava tekoşîna jiyanê dene. Elif wiha axivî: "Ya ku mirovanî tîne bahev wijdana Cizîrê ye. Cihê ku lê mame ezê tekoşînê berdewam bikim. Bila ne fikirin ku emê paşde biçin û dest jê berdin."

Berna Koç: Ezê bêm xuşkê êdî bila aştî bê

Elif bilêv kir ku di roja qirkirinê de ew li gel Berna Koç bûye û wiha berdewam kir: "Ez û Berna berê em dipeyîvîn. Dema ku me qirkirina Pirsusê protesto kirî ew hat derb kirin. Beriya bê mitîngê em axivîn wê digot: 'Emê bêm xuşkê bila êdî aştî bê.' Dema ku ez û Berna em di mitîngê de rastî hev hatin, me heşk heşk hev hembêş kir, di wê kêliyê de her kes hev hembêz dikirin. Her kes gelek şanazbûn, govend digerandin û sitiran digotin. Min got, em çayekê vexwin. Em ber bi cihê çayê ve çun. Piştî girtina çayê hîna min cuzdan nexistî çantê xwe teqîn bû. Bi qasî bilindbûna bînayekê agir bilind bû."

'Piştî teqînê nû polîs hatin'

Elif destnîşan kir ku dema ew çune qadê ti çemberên polîsan nedîtine şaşwaz mane û wiha berdewam kir: "Wê demê divê em bifikirîbana. Ji xwe piştî Pirsusê her dem ez difikirîm dê teqînek mezin li Enqerê çêbibe. Dema ku em çun qadê li derdorê tenê polîsek jî nebûn, piştî teqînê hemû hatin. Ji xwe dema ku ez ketim erdê êdî ez bi xwe ji xwe re difikirîm û min digot; 'Elif polîs nîne.'"

'Polîsan dixwestin birîndar jî bimirin'

Elif anî ziman ku piştî ew û keça xwe ji nexweşxanê derketine li malê hev dîtine û hev hembêz kirine û wiha dom kir: "Despêkê dema min nêrî keça min û Berna jî weke her kesê li erdê di nava xwînê de mane. Ji pişta yekê û ji devê ya dinê xwîn dihat, ya min jî ji pişta min xwîn dihat. Min ji hevalê li gel me hatî Serkan xwest ku despêkê keça min û Berna bigihîne nexweşxanê. Ez li bendê mam. Min xwest birîndarên dinê pêşiya min bibin. Lê polîsan dixwestin birîndarên dinê jî bimirin. Li ser birîdaran bombeyên gazê di avêtin. Ji bo ku xwîna min raweste Serkan atlêtê xwe bikaranî, min wî atlêtî rakir da ber pozê xwe, ji bo ku nefesê bigirim. Di dawiyê de min got Serkan êdî ez tehmul nakim û paşê çavên min ketin ser hev."

'Ya ku mirov anîn bahev wijdana Cizîrê bû'

Elif destnîşan kir ku li Cizîrê wijdana dayîka ku bedena zaroka xwe di bozdolabiyê de dihêla bû sedem ku li rojavayê Tirkiyê ewqas mirov bên bahe û wiha pêde çu: "Ya ku mirov anî bahev wijdana Cizîrê bû. Lê bila nefikirin ku emê bitirsin yan paşde biçin. Emê zêdetir bi hev ve girêdayî bibin û dest ji hev bernedin."

'Ezê li sindoqa xwe xwedî derkevim'

Elif a ku di emelyatxaneya nexweşxanê de hatî jibîrkirin, gelek xwîna wê çuyî û ji bo li jiyanê bimîne tekoşîn dayî 10 roj mayîna ji hilbijartinê re bibîrxist û got: "Ez peyîwirdara sindoqê me. Ezê bi vî halê xwe yê birîndar biçim ser sindoqa xwe bisekinim û li dengê xwe xwedî derkevim."

(zt)