Gulfer Akkaya: Gelê kurd ji Tirkiyê re dibêje 'çareserî berxwedan e'
11:30
Sîbel Ozalp-Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
STENBOL - Nivîskara navdar Gulfem Akkaya komkujiya Enqereyê nirxand û got: "Eger çareseriya kesî nemîne di asta herî girande êrîş pêk tînê û welat ber bi qaosê ve dibe. Lê çareye gelê kurd heye, gelê kurd berxwedan e û baş dizane ku tenê bi berxwedanê bi ser bikeve û gelê kurd ji Tirkiyê re dibêje 'çareserî berxwedan e'."
Di 10'ê Cotemehê de li baytexta Tirkiyê Enqereyê di mîtinga aştiyê de bombe hat teqandin û di encamê de bi seda kes jiyan xwe ji dest da û bi sedan kesî jî birindar bûn. Yek ji birîndarên ku di êrîşa bombeyî de bi giranî birîndarbi bû û bi rojan e li nexweşxaneyê tê derman kirin Nîvsikara navdar Gulfer Akkaya ye. Gulfem êrîşên ku rojê dawî li gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê pêk tên nirxand û diyar kir ku li Kurdistanê bi îlankirina rêveberiya xweser asta sebra gelê kurd ya hember zilm û zordariyê ye û wiha axivî: "Bi seda salan e ku gelê Kurd dibin înkar û tune bûn de ber xwe dide. Lê her çiqas gelê Kurd têkoşiya û daxwaza mafê xwe hatiye jî rastî êrîş û komkujiyan hatiyê. Ev komkujiyên ku yek bi yek tên kirin ji civaka Kurd ne dûr e. Gelê kurd bi komkujiyan re mezin bûye."
'Kurdistan di bin metingeriya Komara Tirkiyê de ye'
Gulfem li ser hişmendiya siyasetê û nêzîkatiya siyasetmedar rexne kir û ev tişt li gotinê xwe zêde kir: "Li ser siyaseta ku li Tirkiyê tê kirin de bandora liberalizmê heye. Li Tirkiyê êrîş û qedexeyî derket holê. Em ji ber tirsa hişmendiya hegemonyayê xwe ji axaftina rasteqiniyê ditirsin. Divê ku em cardin vegerin selê borî û pirsa pirsgirêk çiye, çima ev şer û kurd çi dixwazin bikin. Bila baş bê zanin ku Kudistan di bin metîngeriya Komara Tirkiyê de ye."
'Pêwîstiya gelê Kurd bi merhametê tune ye'
Gulfem bal kişan li ser komkujî û êrşa ku li Kurdistanê tên jiyandin û wiha pê de çû: "Tu kes qala li birêxistina ku li hember zilmê tê kirin nake. Dîsa tu kes qala berxwedan û têkoşînê neka û çav û guhên xwe digirin. Lê mixabin ku her kes qala wîjdanê dike û dibêjên êşa me. Pêwîstiya gelê Kurd bi merhametê û wîjdanê tune. Gelê Kurd bi hişmendî derket kolanan û baş dizanin ji bo çî dimirin."
'Eger ku bi xemgîniyê jiyan bi hata gorandin, dê Tiriyê bibûya bihûşt'
Gulfem wiha dirêjî da axaftina xwe: "Eger ku em bixwazin ji saltanata Qesrê azad bibin divê em hemû têbikoşin. Cihê ku her kes xwe azad his bike û nêrînên xwe bîne ziman heye. Lê eger ku tu li hember zilmê têkoşînê nede, wê demê ne girî jî. Rake serê xwe û li hember zilm û zordariyê têbikoşe. Eger ku bi xemgîniyê jiyan bi hata gorandin, dê Tiriyê bibûya bihûşt."
'Em li hember êrîşên dewletê bûn yek'
Gulfema ku di teqîna Enqereyê de bi giranî birindar bû çavderiyên xwe yên êrîşa bombeyî wiha anî ziman: "Êrîşa Enqereyê min bi çavên xwe dît. Em li hember êrîşên dewletê em çûn hawariyên hev û me xwe bi xwe derman dikir. Min dît ku em li hember hemû êrîşên dewletê bûne xwedî tecrûbe û encax em xwedî li hev derdîkevin."
'Berxwedana gelê Kurd ji Tirkiyê re dibe silavek'
Gulfem axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir: "Li Kurdistanê êşên bingehîn têne jiyandin. Lê gelê kurd bi rêxistin û berxwedanê birînên xwe derman dike. Heya ku çareserî hebe em ê heya dawiyê bi gelê berxwedêr re li ber xwe bidin û pirgirêkê çareser bikin. Em dikarin bêjin ku dê berxwedana gelê Kurd ji Tirkiyê re dibe silav."
(ho/rc)