‘Hunermendên kolanan li hemberî şerê topyekun berxwedana topyekun’

14:25

JINHA

STENBOL - Di daxuyaniya girêdayî êrîşên demên dawî ser hunermendên kolanan berdewam dibin de Dilovan Gumuş axivî. Dilovan diyar kir ku her roj ew weke hunermendên kolanan rastî girtin û êrîşên bi alîkariya polîsan ên faşîzane tên û got: "Hunermendên kolanan li hemberî şerê topyekun berxwedana topyekun."

Hunermendên kolanan Serap Manduz û Dilovan Gumuş girêdayî tindî û tacîza polîsên sivîl li ser cadeya Taksim Îstiklali berdewam dike daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniya li Şaxa ÎHD'a Stenbolê hat dayîn de Dilovan Gumuş wiha axivî: "Ji dema avabûna komarê heya niha li ser erdnîgariya Kurdistanê û ser gelê kurd bê hijmar qirkirin hatine kirin. Her dem gelên li Kurdistan û Tirkiyê dijîn li hemberî deshilatiya tekane ya faşîst ru bi ru mane. Ev polîtîka ne tenê bi kuştin û girtinan bi êrîşên topyekun berdewam dikin. Armanca wan li kolanan qedandina muzîka kurdiye. Ji ber xebatên xwe yên hunerê em gelek caran rastî tindî û muameleyên nebaş tên. Em dizanin şerek topyekun dane despêkirin. Emê weke hunermendên kolanan heya dawiyê tekoşîna xwe berdewam bikin."

(zt)